Di Atolya Çand û Hunerê ya Aryen de dema nû dest pê kir

  • 09:10 18 Îlon 2020
  • Rojane
WAN - Atolya Çand û Hunerê ya Aryen ku bi zimanê wan yê perwerdê kurdiye û bi pandemiyê de navber dabû xebatên xwe, di dema nû de dest bi dersên xwe yên yek kesî kir.
 
Ji ber vîrûsa korona gelek sazî û dezgeh faliyetên xwe neçar man bidin sekinandin. Li Wanê Atolya Çand û Hunerê ya Aryen jî di pêvajoya pandemî de xebatên xwe  da sekinandin. Niha li Atolyeyê dîsa qursên wêne, muzîk, şanoyê hatin destpêkirin û zimanê perwerdê jî kurdî ye.
 
Zozan Abî ya li atolyeyê mamostetiya wênexêziyê dike, bi lêv kir ku di pêvajoya pandemiyê de 4 mehan xebat dane sekinandin û got ev pêvajo di alî wan de gelek zehmet derbas bûye û got: “Piştî pêvajo bi dawî bû me dîsa bi xebatan kir. Perwerdên me ne komiye. Yek kes wê tevlî bibe. Em tedbîrên xwe digirin.”
 
Zimanê perwerdê kurdî ye
 
Zozanê daxuyakirin ku ew hewl didin ku zarokên navbera temenê 2 û 5 salî de perwerda xwe ji hîm de bigirin û ev tişt anî ziman: “Em perwerdehiya xwe bi zimanê kurdî didin. Li Wanê ji sedî 90 sazî perwerda bi kurdî nadin. Ji ber vê me hewcedarî pê dît.”
 
‘Divê her zarok bi zimanê xwe mezin bibe’
 
Zozanê wiha dawî lê anî: “Armanca me ev e ku zarok zimanê xwe biaxivin. Li her derê Tirkî tê axaftin. Ger Kurdî nebe zimanê perwerdê û li qadên fermî neyê bikaranîn, axaftina bi dê û bav re jî wê qels bimîne. Ji ber vê divê saziyên ku çand û hunera kurdan didin jiyîn zêde bin. Divê her zarok bi zimanê xwe mezin bibe. Em ban li malbatan dikin ku bi zarokên xwe re tevlî atolya me bibin.”