ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2020'Î
- 09:00 18 Îlon 2020
- Rojev
*Hemşîre Felek Heyder ku li beşa karantînayê ya vîrusa Koronayê dixebite derbarê belvabûna vîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir got: "Vîrûs heye, lê divê em jê netirsin lê xwe biparêzin." DÎMEN HEYE
*Jinên bajarê Kobanê yên ku cihê xwe di kar û xebatên cuda de digrin, derbarê têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan de nirxandin kirin û gotin: "Destkeftiyên niha di destên me de û asta ku jin gihîştine, hemû bi saya Rêber Apo ne. Ji ber vê divê ku em weke jin bê navber têkoşîna li dijî tecîrda li Îmrliyê bidin meşandin."
* Li Wargeha Mexmûrê Xeysa Çetin û Fatma Tok ligel ambargoya heyî ji bo zivistanê dest bi amadekariyan kirin. Ji bo amadekariya zivistanê sûdê ji baxçeyên xwe digirin. BI DÎMEN
*Ozlem Koç ya ku 13 salan bi şîdeta sîstematîk re rûbirû dima û di encama têkoşîna meşan de bi ser ket, diyar kir ku di pêvajoya destberdanê de rêxistinên jinan naskiriye û ji têkoşîna jinan cesaret girtiye. Ozlemê bi lêv kir ku got li dijî şîdet û tecawizan divê jin li dora Peymanan Stenbolê bibin xelek û xwedî lê derkevin. BI DÎMEN
*Atolya Çand û Hunerê ya Aryen ku bi zimanê wan yê perwerdê kurdiye û bi pandemiyê de navber dabû xebatên xwe, di dema nû de dest bi dersên xwe yên yek kesî kir. BI DÎMEN
*Aktîvîsta TJA’yê Funda Akbulut diyar kir ku li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê yên li hember jin û zarokan bi kampanyaya ‘em xwe diparêzin’ xweparastina cewherî esas digirin û got: “Di pêvajoya ku xerabî ji rêzê bûye, ya dikeve ser milê me xweparastina cewherî ye.”
BI DÎMEN