Li Mexmûrê turnuvaya futbolê sibê dest pê dike

  • 08:53 18 Îlon 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê jinên ciwan di çarçoveya pêngava bi navê “Em dibêjin na” de çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Di nava çalakiyan de turnuvaya futbolê ya jinan dest pê dike. 
 
Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya kampanyaya "Em dibêjin na" de dest bi çalakiyên cur bi cur kirin. Kampanyaya ciwanan di 27’ê tebaxê de hat destpêkirin û jinên ciwan xwestin bal bikişînin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abudullah Ocalan û şîdeta li hemberî jinê.
 
Di çarçoveya kampanyayê de niha turnuvaya futbolê hat destpêkirin. Turnuvaya futbolê bi navê ‘Lîstikên bi zihniyeta baviksalarî hatin pêşxistin re na’ tê lidarxistin. Turnuvaya futbole diyariyê Nûcan Serdoz tê kirin. 4 tîm dê tevlî turnuvayê bibin û dê sibehê dest pê bike . Taxa 1 û taxa 3  û taxa 2 û taxa 4 dê beranberî hevbin. 
Piştî peştê berdevka Tevgera Jinên Ciwan Viyan Budak axivî û got: "Ew turnovaya futbolê dibin pêngava ‘Em Dibejin Na’ didin destpêkirin û diyarî Şehîd Nûcan Serdoz dikin. Wekî tê zanîn dijmin bi awayî fizîkî hem ji fikrî êrişê jinê dikê û dixwazê bi van êrîşan jinê tunê bike. Ji bo vê yekê ji, em ji zihniyeta  baviksalarî re dibejin Na. Em jin xwedî hêz û îrade ne. Ji ber vê jî heta dawî ye em ê tebikoşîn û bi ser kevin."