'Kes nikare îradeya me bişkîne'

  • 08:47 18 Îlon 2020
  • Rojane
HELEB - Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Helebê bi dirûşma "Serhildana jinên ciwan tolhildan e" tundiya li ser jinê şermezar kir. 
 
Bi pêşengtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê meşek girseyî bi dirûşma "Serhildana jinên ciwan tolhildan e" bi tevlîbûna bi dehan jinên ciwan, sazî û dezgehên civaka sivîl hat lidarxistin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alê Tevgera Jinên Ciwan hatibû hildan. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a taxa Şêx Meqsûdê dest pê kir, heta pêşiya navenda Jinên Ciwan dewam kir.
 
'Kes nikare îradeya me bişkîne'
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Jinên Ciwan Hemrîn Qasim tundiya li ser jinê şermezar kir û wiha got: "Heta roja îro jî kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê li dijî jinê berdewam dike. Her wiha jin her roj rastî tundî, revandin, qetilkirin û îşkenceyê tên. Em wek jinên ciwan dibêjin kes nikare îradeya me bişkîne, ji ber me bi berdêlên giranbuha hebûna xwe bi dest xist. Bi salane dewleta tirk a faşîst ax, çand, ziman, xweza û dîroka me talan kiriye û dixwaze em li hember van kiryaran çong daynin, lê tucarî xeyalên wan pêk nayê. Em ê li dijî hemû hovitî û kiryarên dewleta tirk asta tolhildanê bilind bikin."
 
Meş bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.