Leyla Guven serbest hat berdan

  • 20:06 17 Îlon 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştî ku îfade da dozgeriyê serbest hat berdan. Endama Dayikên Aştiyê Fatma Turan jî bi şerta kontrla edli sewqê dadgehê hat kirin. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven duh li Colemêrgê bi Dayikên Aştiyê re daxuyaniyek dabû çapemeniyê û pişt re jî çûn serdana esnafan. Îro jî di çarçoveya Kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) "Em xwe diparêzin" tevlî bernameya jinan bû. Piştî ku bername xilas bû û ji avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derket, ji hêla polîsan ve bi hinceta ku îfadeya wê heye hat binçavkirin. 
Piştî ku li Midûriyeta Ewlehiyê îfadeya wê hat girtin sewqê edliyeyê hat kirin. Li vir jî Leyla îfade da dozger. Dozger jî biryara serbest berdana Leylayê da.
 
Her wiha dozgerî derbarê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê Fatma Tûran de jî biryara kontrola edlî da û Fatma sewqê dadgehê kir.