Leyla Guven sewqê edliyeyê kirin

  • 19:19 17 Îlon 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştî ku li Midûriyeta Ewlehiyê îfadeya wê hat girtin Leyla sewqê edliyeyê kirin.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven duh li Colemêrgê bi Dayikên Aştiyê re daxuyaniyek dabû çapemeniyê û pişt re jî çûn serdana esnafan. Îro jî di çarçoveya Kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) "Em xwe diparêzin" tevlî bernameya jinan bû. Piştî ku bername xilas bû û ji avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derket, ji hêla polîsan ve bi hinceta ku îfadeya wê heye hat rawestandin û Leyla Guven birin Midûriyeta Ewlehiyê. 
 
Piştî ku îfadeya Leylayê li vir qediya sewqê edliyeyê kirin. Her wiha endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê Fatma Tûran jî îro hatibû binçavkirin. Piştî ku îfadeya wê li Midûriyeta Ewlehiyê qetiya wê jî sewqê adliyeyê kirin. 
 
Fatma bi îdîaya “heqaret li Serokkomar” kiriye, hatiye binçavkirin.