Leyla Guven li Colemêrgê hat binçavkirin

  • 17:32 17 Îlon 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştî ku li avahiya HDP'ê ya Colemêrgê derket ji hêla polîsan ve bi hinceta ku îfadeya wê heye binçavkirin û ji bo îfadeyê Leylayê birin TEM'ê.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven duh li Colemêrgê bi Dayikên Aştiyê re daxuyaniyek dabû çapemeniyê û pişt re jî çûn serdana esnafan. Îro jî di çarçoveya Kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) "Em xwe diparêzin" tevlî bernameya jinan bû. Piştî ku bername xilas bû û ji avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derket, ji hêla polîsan ve bi hinceta ku îfadeya wê heye hat rawestandin û Leyla Guven birin TEM'ê, niha îfadeya wê tê girtin.