Li Colemêrgê jinan got 'Em xwe diparêzin'

  • 14:41 17 Îlon 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê jinan starta Kampanyaya "Em xwe diparêzin" dan. Jinan banga xwedî li derketina kampanyayê kirin. 
 
Li Colemêrgê starta Kampanyaya "Em xwe diparêzin" ya Tevgera Jinên Azad (TJA) hat dayîn. Ji bo start dayînê li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de pankata "Em xwe diparêzin" hat daliqandin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktivîstên TJA'yê tevlî şahiyê bûn. Jin bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî şahiyê bûn. 
 
Piştî şahiyê jin li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan û kampanyaya xwe ragihandin. Hevseroka HDP'ê ya Şemzînana Colemêrgê Sozdar Atilla daxuyanî xwend. Sozdar, di daxuyaniyê de bal kişand ser xwedî li derketina kampanyayê.