Jinên Ciwan li dijî tundiya li hemberî jinan meş li dar xistin

  • 12:25 17 Îlon 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Jinên Ciwan a herêma Firatê bi meşekê girseyî tundiya li ser jinê û zarokan şermezar kirin.
 
Bi armanca şermezarkirina tundiya li ser jinê û zarokan, Jinên Ciwan a herêma Firatê Meşekê girseyî li dar xistin. Di meşê de bi dehan jinên ciwan û jinên Kobanê amadebûn. Di meşê de wêneyên jinên ku rastî tundiyê hatine, zarokên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane, alên Kongreya Star, Jinên Ciwan, Meclîsa Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsa "Na ji tundiya li ser jinan", "Na ji dagirkeriyê re", "Na ji hemû tundiyê re" û "Jiyanê nekuje jin jiyane" hatibûn hildan.  
 
Meş ji qada jina azad dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd Korkmaz rawestiya. Meş bi dirûşmeyên "Na ji qetîlkirina jin û zarokan re" bi dawî bû.