'Nîqaşên ser zagonên li dijî şîdeta li hemberî jinê didomin'

  • 09:02 17 Îlon 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Rêveberiya Mala Jinan a Herêma Firatê Sultan Hemdî diyar kir ku li dijî şîdeta li hemberî jinê ser zagonan nîqaşên berfireh tên kirin û lê belê pratîzekirina wê zehmet e û got: "Em dixwazin hem bi zagonan û hem jî bi perwerdeyê feraseta paşverû ya ku dibe sedema kuştin û xwekuştina jinê ji holê rakin."
 
Ligel polîtîkayên şer ên taybet li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kevneşopiyên paşverû ya li hemberî jinê bê didomin. Jin tên kuştin, bi şîdet, taciz û tecawizê re rûbirû dimînin. Li dijî wê yekê ji bo rê li pêşiya tundiyê bê girtin; Meclîsa Zagonsaz, Mala Jinan û Kongreya Star hewil didin ku bi rêya hin zagonan pêşî li kiryarên heyî bigirin. Ligel feraseta heyî guhertina civakê zehmet e û jin dixwazin hem bi perwerdekirina mêran û hem jî bi zagonan kiryarên li hemberî jinê ji holê rakirin. Têkildarî mijarê Rêveberiya Mala Jinan a Herêma Firatê Sultan Hemdî ji ajansa me re axivî. 
 
'Tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye'
 
Sultan di destpêkê de bal kişand ser kuştin û xwekuştina jinan û got: "Beriya şoreşa Rojava gelek jin dihatin kuştin, lê bi rengekî veşartî bû, di bin navê kevneşopiyan de gelek jin di bûn qurbanî, ji ber wê demê tu cihên ku jinan biparêzin û nevendên ku jin xwe lê bigrin û pisgirêkên xwe bi wan re parve bikin tune bûn. Lê piştî ku şoreş hat destpêkirin sazî û rêxistinên jin hatin avakirin wek Mala Jinan, Kongreya Star, Desteya Jinan û Rêxistina Sara ya li dijî tundiya ser jinan. "
 
'Têkoşîn rêbaza çareseriyê ye'
 
Sultan, da zanîn êdî çi pisgirêkên jinan hebin jî jin berê xwe didin Mala Jinan û bi rêya nîqaşan pirsgirêk tên çareserkirin û wiha axivî: "Heta niha jî hin jin hene ji ber tirsa hevjîn an malbat nikarin berê xwe bidin Mala Jinê. Her wiha di nava şoreşê de yên ku roleke sereke leyist jin bûn, ji ber wê jî gelek caran jin rastî tundiyê tên û ji aliyê dewletên desthiladar ve nayên qebûlkirin. Di roja me de gelek rêbazên tundiyê li ser jin, civak, zarokan heya xwezayê tê meşandin. Li beranberî her cure tundiyê jin di nava berxwedan, têkoşîn û rêbazên çareseriyê de ne." 
 
'Di bin navê kevneşopiyan de jin dihatin kuştin'
 
Sultan teqez kir ku di van demên dawiyê de kuştin û xwekuştin li bajarê Kobanê zêdetir bûye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber zextên hevjîn, malbatê û şerê derûnî û her wiha êrîşên ser herêmê dibe sedem ku gelek jin dawî li jiyana xwe bînin, lê kuştin û xwekûştin ne çareseriye ji ber jin jiyane û jiyan nayê kuştin. Dema ku zext li ser mirovan çêdibe yekser mirin tê bîra wan, lê niha navendên çareseriyê hene û dikarin berê xwe bidin saziyên jinan da ku pisgirêkên wan bên çareserkirin."
 
'Zagonên me hatin nîqaşkirin...'
 
Sultan, destnîşan kir ku ji bo kesên ku sûc kirine û ceza li wan bê birîn wek Mala Jinan û Kongreya Star hin zagon derxistin û xistin meriyetê û wiha bal kişand ser zagonê: "Lê ev zagon tam cihê xwe negirt, ji ber kevneşopî û eşîretiyê gelek kesan ev zagon nepejirandin. Di aliyekî din de Kongreya Star dest bi perwerdeya mêran kirin. Em pirsgirêkên civakê piraniya wan bi rêya nîqaşan çareser dikin ji ber zagon tenê têrê nake û her tişt bi zagonan neyê çareserkirin. Ev demeke me dest bi nivîsandina hin zagonan kiriye, lê heya niha nîqaş li ser wan zagonan tê kirin, di demeke nêzde wê ew zagon bikevin meryetê. Em wek endam û rêveberiya Mala Jinê hewildanên me hene ku em rê li pêşiya tundiyê bigirin, êdî bese ji tundî, kuştin û xwekuştina jinan re."