Zarok bi şahiyekê sala nû ya perwerdeya pêşwazî dikin

  • 08:25 17 Îlon 2020
  • Rojane
HELEB - Meclîsa Malbatên Şehîdan, ji zarokên şehîdan re yên ku ji pêşdibistinê derbasî Dibistana Şehîd Qeyreman a Zimanê Kurdî bûne şahiyekê li dar xistin. 
 
Bi hatina sala xwendinê ya nû Meclîsa Malbatên Şehîdan ji zarokên pakrevanan re yên ku ji pêşdibistanê derbasî Dibistina Şehîd Qeyreman a Zimanê Kurdî bûne şahiyekê li dar xistin. Di şahiyê de bi dehan mamoste û malbatên şehîdan amadebûn. Her wiha şahî li Gulistana 4'ê Nîsanê hat lidarxistin. Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hatibû xemilandin. Her wiha dê nêzî  45 zarok derbasî xwendina sala nû bibin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Remziye Salih.  
 
Remziye diyar kir ku pêşibistan di destpêkê de bi du zarokan dest pê kir û niha hêjmara wan gihîştiye 45'an û got: "Bi keda mamosteyan em zarokên xwe hînî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî dikin. Em îro xwediyê zarokên şehîdan derdikevin ji ber malbatê van zarokan xwîna xwe ji bo welatek azad feda kirin. Her wiha armanca lidarxistina vê şahiyê, asta morala zarokan bû. Hêviya me pêşeroja me ne ji bo wê baweriya me bi zarokên me hene ku di rêya xwendinê re dîrok û çanda xwe hîn bibin." 
 
Paşê ji aliyê koma stranê ya bi navê Gulîlkên Kurdistanê ya navenda Çand û Hunera Cemîl Horo stranên xwe pêşkêş kirin. 
 
Herî dawî ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve diyarî li ser zarokan hate belavkirin.