Çalakiya 'Dayikên Gerîla' dest pê kir

  • 14:03 16 Îlon 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Ji hêla dayikan ve bi navê "Dayikên Gerîla" çalakiyeke nû ku wê her hefte pêk bê hat destpêkirin. Dayik ji bo balê bikişînin ser êrîşên li hemberî herêman dest bi çalakiyeke bi vî rengî kirin. Dayik dê her heftê çalakiya xwe bidomînin. Di çalakiya ku îro li Qamîşlo û Dêrîkê pêk hatî de dayikan bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar kirin. 
 
Li dijî êrîşên li hemberî çiyayên Kurdistanê û her wiha bêdengiya dewletên navneteweyî, Dayikên Gerîla dest bi pêngavekê nû kirin. Dayikan bi navê "Dayikên Gerîla" her hefteyê çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Çalakiya dayikan îro li bajarê Qamişlo û Dêrîkê hat lidarxistin û di çalakiyan de bi dehan dayik amadebûn. Her wiha di çalakiyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê hatin hildan. 
 
Di çalakiya îro de daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk hatin şermezar kirin. Daxuyaniya bajarê Qamişlo li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî hat dayîn û daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star a bajarê Qamişlo Nesrîn Heyder ve hate xwendin. Her wiha daxuyaniya li bajarê Dêrîkê jî li Qada Şehîdan hat dayîn û ji aliyê Endama Kongreya Star Daristan Dûmo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî ku li Qamişlo û Dêrikê hat dayîn wiha ye: 
 
"Weke tê zanîn dîroka hemû gel, netew û pêkhateyan heye. Di nava wan dewletan de dewleta tirk ya ku bi dîroka xwe yê xwîn xwar tê nasîn. Tirkiyê dîroka xwe li ser rijandina xwînê û tunekirina çanda gelan ava kir. Her wiha dewleta tirk li ser dagirkirina dewletên cuda û armanca firehkirina dewleta xwe di Rojhilata Navîn de, hemû şerên taybet bi kar anî. Dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe hin dewletên cuda bi kar tîne, mîna Lîbya, Yemen û di heman demê de ew bû çil sal li dijî tevgera azadiya kurd şer dide meşandin. Gelê Kurd ew bû 40 sal li dijî dagirkerî û desthilatdariya dewleta tirk şer dike û li dijî hemû zordariyan li ser erdên xwe jiyana xwe didomînin. 
 
Em bi navê dayika şehîdan û gerila êrîşên dewleta tirk li ser çiyayên Heftanînê şermezar dikin. Tirkiyê di rêya van êrîşan de dixwaze îrade û xwesteka azadiya gelan bişkîne. Dema dewleta tirk derbasî welat ango dewletek din dibe ew dibe dijî zagonên navdewletî, lê belê dewletên navneteweyî li dijî van êrîşan bêdengiya xwe diparêzin, ji ber berjewendiyên dewletên navneteweyî jî bi Tirkiyê re heye em wek dayikên şervanên azadiyê bêdengiya dewletên navneteweyî bi tundî şermezar dikin. 
 
Li ser van esasan em bang li tevahî rêxistinên jinan ên ku mafê tevahî jinan û mirovan diparêzin dikin ku bi erka xwe yê wîcdanî rabin. Tişta ku îro tê serê keç û 
xortên me berpirsiyariya van hemûyan civaka navdewletî ye."