‘Konferans dê azadiya jinê misoger bike’

  • 09:06 16 Îlon 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed 
 
ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvî Silêman ku tevli 3'emîn Konferansa  Kongreya Star  bû  wiha got : "Jinên efrînî ji bo ku ji çarenûsa xwe re bibin xwedî biryar bi çoşeke mezin tevlî konferasê bûn. Çoşa jinên efrînî û têkoşîna wan wê hemû kiryar û êrîşan birûxîne."
 
Kongreya Star a Herêma Efrînê 3’emîn Konferansa xwe li  navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê  li dar xist. Konferans bi tevlibûna 170 delegeyên ji nûnerên sazî û dezgehên jinanan ên Şehbayê, Malbetên şehîdan, Desteya Jinê, PYD û Nûnerên Rêveberiya Xweser hat lidarxistin. Di konferansê de xebatên Kongreya Star ên du salan bi berfirehî hatin nirxwendin. Têkildarî girîngiya konferansê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvî Silêman nirxandin kir. 
 
'Konferans dê azadiya jinê misoger bike'
 
Hêvî di destpêka axaftina xwe de 3'emîn konferansa Kongreya Star li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Ev du salin di nava hemû şert û mercên koçberiyê ,hewildanên şikandina vîna jinê ji aliya dewleta tirk a dagirker ve jinên efrînî ji civaka xwe re bûn hêz û bi rêxistin kirin.  Piştî du salan ji xebatên berfireh me konferansa xwe bi hêviyên mezin yên serkeftinê li darxist.  Bi armanca çareserkirina pirisgirêkên jinan, pêşxistina  rêxistinkirina civakê em gihane hev. Ev konferans bi hêviyên mezin hat lidarxistin ûdê azadiya jinê misoger bike."
 
'Têkoşîna jinan wê hemû kiryaran birûxîne'
 
Hêvî di dewamiya axaftina xwe de anî ziman ku wê jinên efrînî bi têkoşîna xwe bigihîjin aramanca xwe, dagirkeriya tirk têk bibin û wiha pê de çû: "Di konferansê de xebatên Rêxistina Kongreya Star û asta pêşketina jinan an di pêşengiya Kongreya Star de bi berfirehî hat nirxandin. Me hewil da em civakeke aram û demokratîk ava bikin û bi rêxisitin bikin. Her wiha jinên efrînî ji bo ku ji çarenûsa xwe re bibin xwedî biryar bi çoşeke mezin tevlî konferasê dibin. Çoş û têkoşîna jinên efrînî  wê hemû êrîşan têk bibin."
 
 'Ji bo xizmeta jin û civakê biryar hatin girtin'
 
Hêvî tekez kir wê jin  mezinkirina têkoşîn û berxwedana xwe xwedî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li pakrewanên azadiyê derbikvin û axafitna xwe wiha bi dawî kir: "Ger ku em mezinkirina rêxistina civakî û jinan ji xwe re bingeh digirin divê em wê demê xwedî li Rêber Apo û li Şehîdan jî derbikevin. Biryarên di konferansê de jî bo xizmeta jin û civakê ne."