Dayika Aştiyê Şadiye bi berxwedanê li dijî êş û zextan derket

  • 09:03 16 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Şadiye Hayme li dijî jiyana bi êş, zext, girtin û binçavakirinan her tim rêya têkoşîn û berxwedanê bijartiye. Şadiye got: "Çima ev qas ji dayikan ditirsin? Çima ev qas êrîşê dayikan dikin? Em dayik tu carî bi binçavkirin û girtinan dev ji doza xwe bernadin û nikarin me bitirsînin."
 
Şadiye Hayme di sala 2001'an de tevlî xebatên Meclîsa Dayikên Aştiyê dibe. Li dijî jiyana ev qas zor, zehmet, zext û pêkutiyan rêya têkoşînê bijart. Têkoşîna Şadiyeyê ne tenê di nava xebatên Meclîsa Dayikên Aştiyê de dema ku ji gund koçberî lê hatî ferzkirin dest pê kiriye û heta roja îro hatiye. Ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo hemû zarokên ku li ser vê erdnegariyê dijîn di nava tevgerê de bû. 
 
Şadiye di sala 1958’an de li navçeya Farqînê ya Amedê hatiye dinê. Hêj 15 salî bû hatiye zewicandin. Dayika 7 zarokan e. Bi zarokên xwe re mezin bû û jiyanê hîn bûye. Ligel ev qas zehmetiyên jiyanê û li hemberî zext û zordariya dewletê re jî rûbirû maye. Li Farqîna Amedê di salên 90'î de polîtîkayên şer ên taybet dihat meşandin. Gund hatin şewitandin, valakirin, koçberî hat ferzkirin. Her roj girtin û binçavkirin. Her wiha her roj li kolanê kes ji hêla kesên ne diyar ve dihatin kuştin. Şadiye her tim bûye şahidê wan bûyeran. Şadiye li gundê Farqînê bi zorê hatiye derxistin û niha li Amedê dijî. 
 
‘Her roj bi ser malê de digirtin' 
 
Şadiye di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serpêhatiyên xwe û wiha axivî: "Her roj bi ser mala me de digirtin. Her wiha hevjînê min bi zext û zordariyê re rûbirû dima. Piştî ku zarokên min mezin bûn vê çarê jî desthilatdarî li pêy zarokên min ketin. Carek sê zarokên min û hevjînê min bi hev re hatin girtin. Piştî 8 salan serbest hatin berdan. Lê carek din zarokek min hat girtin û niha jî girtî ye. Lawike min jî 17 sal bû gerîlla bû hat girtin û hêj di girtîgehê de ye. Her wiha keçikek min şehîd ket. Min derdê pir giran keşand û zext û zilmekî hovane dît. Dema hêj zarok biçûkbûn carekî leşkeran zarokek min ê 9 salî birin li ser wesayita vekirî girê dan. Ew çaxê zivistana bû berf dihata heta ber çokan. Leşkeran kince zarokê jê derxist û bi tazî heta qereqolê birin. Xelkê gund hemû matmayî mabûn. Zarokê min ji ber sermaye nedikariya biaxive."
 
‘Çima ev qas ji dayikan ditirsin? 
 
Şadiye di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî goristanan û got: "Çend caran êrîşê gora keça min kirin. Navê wê ji kêlikê jêbirin. Tehemûla serdestan ji rengan jî nayên. Min bi benikên kesk, sor û zer kezî çêkiribû û danîbû ser gora wê. Ev dihatin benikan dibirin lê min carek din çêdikir. Dijminekî wisa hove ku êdî xwe ji winda kiriye. Çima ev qas ji dayikan ditirsin? Çima ev qas êrîşê dayikan dikin? Bi binçavkirin û girtinan dixwazin me bitirsînin û xebatên me asteng bikin. Lê divê bizanin em tenê aştiyê dixwazin." 
 
‘Em dev ji doza xwe bernadin’
 
Şadiye diyar kir ku jiyana wan bi binçavkirin û girtinan derbas bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her tim zarokên me dihatin binçavkirin û girtin û tu carî rehetî nedan me. Cara yekem ez di sala 1998’an de hatim binçavkirin û ez 10 rojan di binçavan de mam. Jiyana min heta roja îro jî wisa bû. Lê divê bê zanîn ku em tucarî dev jî doza xwe bernadin. Em ê li pêy doza zarokên xwe bin."