'Ji bo rakirina tecrîdê em ê li ber xwe bidin'

  • 09:02 16 Îlon 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê bêdengiya rêxistinên cîhanê ya li hember tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kirin û gotin: "Divê hemû rêxisitinên mirovî bikevin nava hewldanan ku çareyekê ji hovîtiyê re bibînin. Ji bo rakirina tecrîdê em ê li ber xwe bidin."
 
Li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 21 sal in tecrîdekî girankiri tê meşandin. Ligel rapora CPT'ê û bangewaziyên saziyên sivîl ên Kurdistaniyan heta niha ji bo sererastkirina şert û mercên Îmraliyê tu gav nehatin avêtin. Li dijî tecrîdê her çar parçeyên Kurdistanê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Têkildarî vê mijarê jinên bajarê Hesekê nêrînên xwe ji me re parve kirin 
 
‘Dixwazin Gelê Kurd bê hêvî bikin’
 
Şemsa Xelê got ku Erdogan bi vê hovîtiya tecrîdê nikare dawî li vîna Gelê Kurd bîne û wiha pê de çû: "Em tecrîda ser Rêber Apo şermezar dikin. Erdogan bi êrîşên xwe û tecrîda giran ya ku li ser Rêber Apo dide meşandin, dixwaza Gelê Kurd bê hêvî bike. Heta ji destê me tê em ê li dijî hovîtiya dewleta tirk têbikoşin, em ê hewildanên dewleta tirk û êrîşên wan vala derxînin. Niha jî berê xwe daye başûrê Kurdistanê û dixwaze bi hemû şêweyî dagir bike."
 
'Divê rêxistinên cîhanî bêdeng nemînin' 
 
Zekiya Mihemend jî da zanîn ku divê tecrîd bê bi dawîkirin û got: "Êdî em daxwaz dikin ku Rêber Apo ji zindanê derkeve û em bi aramî û azadî bijîn.  Ev bûye bêtirî  20 salan ku  Rêber Apo di zindanê de ji bo azadiya gel û hemû netewan têdikoşê. Dixwazin bi vê tecrîdê hêz û têkoşîna Gelê Kurd pûç bikin. Lê bila qet nehizirin ku wê bikaribin bi vê hovîtiyê berxwedana Gelê Kurd bidin sekinandin. Çiqasî êrîşî me bike em gav paş de navêjin her em ê ji bo tolhildanê û rakirina tecrîdê li kolanan bin. Divê rêxistinên cîhanî li ber hovîtiya Erdogan bêdeng nemînin û serokê me rizgar bikin ta ku em bi aramî bijîn."