Konferansa HPC-Jinê bi bîryarên girîng bi dawî bû

  • 17:26 15 Îlon 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Konferansa HPC -Jinê bi dirûşma "Hebûna xwe biparêze, Azadiya xwe misoger bike" ku vê siharê dest pê kiribû, bi biryarên girîng bi dawî bû.
 
1'emîn konferansa Hêzên Parastina Civakî ya Jin (HPC-Jin) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Hebûna xwe biparêze, Azadiya xwe misoger bike" bi tevlîbûna 62 delegeyan li navenda Çand û Hunerê ya Arma Tîgran a navçeya Rîmêlanê ya Kantona Qamişloyê ku  destpê kiribû bi bîryarên girîng bi dawî bû.
 
Piştî nirxandina raporê, rêziknameya HPC-Jinê ji aliyê Rêveberiya HPC-Jinê ya Til Koçerê Xewla Xelîl ve hate xwendin û rêzikname ji aliyê delegeyan ve hat erêkirin.
 
Di konferansê de biryarên ku hatin girtin wiha ne:
 
"*Ji bo rêxistinkirina zanebûna parastina cewherî akademiyeke xweser wê were vekirin.
 
*Ji taxan bigire heta her derên ku xwe cihî meşandina perwerdeyên parastina cewherî wê bê kirin.
 
*Bi armanca xweparastinê li her deverê dibistanên mîna tekwando û karete wê bên vekirin.
 
Ji bo hemû jinan dayîna perwerdeyên parastina cewherî wê bên dayîn.
 
Ji bo parastina cewherî weke xebateke zanîst û ronakbirî were dest girtin, meşandina xebatên mîna birdozî, perwerde, çapemenî û çand wê bên kirin."