Strana kurdî bû sedema cezayê

  • 15:46 15 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Amedê, li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê raporek amade kir.
 
Komîsyona Girtîgehan a  ÎHD'a  Amedê ragihand ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan îşkence hatiye kirin, mafê tenduristiyê hatiye astengkirin û ji ber strana bi kurdî ceza li girtiyan hatiye birîn.
 
Rapor li avahiya komeleyê ya bajêr bi civîneke çapemeniyê hat eşkerekirin. Endama komîsyonê Gurbet Yavûz li ser mijarê axivî. Gurbetê ragihand ku li gorî gotinên malbatên girtiyan, nameyên ji girtîgehê û serdanên li girtîgehê rapor hatiye amadekirin.
 
'Cotkelepçekirî dibin nexweşxaneyeyê'
 
Gûrbetê diyar kir ku di nav qawîşê de ji bo qadên mafrem werin dîtin kamera hene û ev tişt tê wateya binpêkirina jiyana taybet û mahremiyetê. Gurbet di berdewamiyê de wiha got, “Di têketina girtîgehê dema ku li ser girtiyan lêgerîna bi tazî tê kirin, ev di çarçoveya şikandina rûmetê de ye. Girtiyan diyar kirine ku du kelepçeyan dixin destên wan, dema ku diçin nexweşxaneyê li gorî mesafeya civakî jî tevger nayê kirin. Girtî diyar dikin ku ji ber pandemiyê gelek mafên wan hatine astengkirin, ji ber ku li qawîşan stranên bi kurdî hatine gotin, karmend wan hişyar dikin û diyar dikin heke stranên bi kurdî werin strandin wê derbarê wan de lêpirsîn were destpêkirin."
 
Gurbetê diyar kir ku divê rejîma li girtîgehên Tirkiyeyê û polîtîkaya wê li gorî hiqûqa mafên mirovan were pêkanîn, li gorî mafên mirovan be û gotina xwe wisa domand: “Divê dev ji îşkenceya li ser girtiyan were berdan, bi awayê hiqûqa navneteweyî nêzî girtiyan bibin. Divê mafê mahremiyetê yê girtiyan were parastin. Kamerayên li qadên taybet li qawîş , banyo û tiwaletan werin rakirin. Divê lêgerîna tazî neyê kirin û derbarê xebatkarên lêgerîna bi tazî dikin lêpirsîn were destpêkirin.”
 
'Mafên girtiyan binpê dikin'
 
Gurbetê  got ku ji ber şertên şewbê divê mafê girtiyan ê bidestxistina xizmeta tendirustiyê pêk were, derfetên ji bo çalakiyên komî û çandî jî werin avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Şaxa me tespît kir ku derbarê pêkanîn, şertên fîzîkî û rejîma girtîgehê de bi awayekî bi bandor îdarî û darazî kontrol werin kirin. Li gor Protokola Peymana Pêşîligirtina Ceza û Muameleya Derveyî Mirovahiyê û Îşkenceyê em hikumetê vedixwînin ku ji bo mekanîzmayên kontrolê yên netewî yên 'serbixwe' ava bikin demildest xebatan bidin destpêkirin. Ji bilî vê em li dijî pêkanînên Girtîgeha Jinan a Amedê Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê vedixwînin ku peywîra xwe pêk bînin."