Dayika Ozkan ê hat qetilkirin:Kujerên lawê min çima nayên girtin?

  • 13:33 15 Îlon 2020
  • Rojane
Şehrîban Abî
 
WAN - Dayika Ozkan Tokay ê ku di encama êrîşa nijadperest de hat qetilkirin Nurcan Tokay  got, "Kujerê lawê min çima nayê girtin" û xuşka wî Rewşen Tokay jî  got, "Ka ne em hemû hemwelatiyên welatekî bûn?"
 
Cenazeyê karkerê înşaetê yê li navçeya Dînar a Afyonê dixebitî û di encama êrîşa nijadperest a bi çekê de jiyana xwe ji dest da duh anîn bajarê Wanê ku lê ji dayik bibû. Malbatê cenazeyê lawê xwe ji balafirgehê girt û bir gundê Çelebîbag ê Erdîşê defin kir. Bi sedan kesên ku destûr nehat dayîn û nehiştin bikevin goristanê li gel astengiya polîs û leşkeran li pey wesayita cenaze meş li dar xistin. Piştî kar û barê olî qediya cenazeyê Ozkan hat definkirin. Herwiha destûr nehat dayîn ku parlamenterên Wanê yên HDP'yî li gorîstanê li gel malbatê bimînin. 
 
Dayika Ozkan Tokay a ku li mala xwe şîn dan Nurcan Tokay, êrîşa nijadperest şermezar kir û ji bo ku kujerê lawê bê girtin bang kir. 
 
'Bi hinceta tozê lawê min kuştin'
 
Nurcan a ku ji xemgînî bi zahmetî axivî û got,  "Heta êrvarê tî û birçî li înşaetan ji bo debara xwe bikin dixebitin. Bila xûna lawê min li erdê nemîne. Neheqî li lawê min kirin. Bi hinceta toz radibe lawê min kuştin. Zalman çarderb bera lawê min dan û ew kuştin. Bila xwîna lawê min li erdê nemîne. Çawa kujerê lawê min nagirin?"
 
'Ka em hemû hemweltiyên welatekî bûn?'
 
Xuşka Ozkan Rewşan Tokay jî diyar kir ku divê hesapê vê kuştinê ji kujeran bê pirsîn û wiha berdewam kir, "Birayê min zaroka wî hîna 2 mehkî ye . Birayê min bêyî zaroka xwe ya 2 mehkî bibîne hat qetilkirin. Dewlet dibêje herkes hemwelatiyê heman welatî ye û em xuşk û bira ne. Kanî edalet?  Çima polîsan ji me re got 'cenazeyê xwe bigiin û ji vir biçin?'. Em vê qebûl nakin."