Kongreya Star li Wargeha Waşûkanî berdevkên nû hilbijartin

  • 12:48 15 Îlon 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Kongreya Star bi armanca amadekiriya 8’emîn kongreya xwe civînek berfireh li Wargeha Waşûkanî li dar xist û di civînê de rêveberên Kongreya Star ji bo kongreya giştî hatin hilbijartin.
 
Bi armanca amadekariya 8’emîn Kongreya Kongreya Star û bi dirûşmeya “Bi têkoşîna Hevrîn û zehrayan dagirkeriyê birûxînin û şoreşa jin misoger bikin” li Wargeha Waşûkanî civînekê berfireh bi jinên kampê re hat li darxistin. Civîn bi tevlîbûna endamên Rêveberiyên Kongreya Star a bajarê Hesekê, endamên Mala Jinê ya Wargeha Waşûkanî, endamên Meclîsa Wargeha Waşûkanî pêk hat. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, civîn ji aliyê endama Koodînasyona Kongreya Star Remziya Mihemed ve hat bi rêve birin. 
 
Remziya di civînê de diyar kir ku tevî êrîş, êş û zehmetiyên koçberiyê dîsa rêxistinbûna xwe xurt dikin û got: "Em ê bi rêxistinbûna xwe ya xurt li hember dagirkeriya dewleta tirk bisekinin. Dewleta tirk a dagirker bi êrşîên xwe jinan û rêxistina jin hedef dike. Îro kombûyina jinan asta pêşketin û hêza me li hember dagirkiyê nîşan dide. Rêxistina her jinekê erka me ye, pêwist e em xwe bigînin her jinekê û em ê li hember kiryarên dijmin bisekinin.”
 
Piştî axaftina Remziyeyê endama Rêveberiya Kongreya Star a Wargeha Waşûkanî Selwa Ehmed rapora xebatê ya du salan yên rêxistina jinan xwend. Piştî xwendina raporan rewşa rêxistinî ji hêla beşdarvanan ve hat nirxandin.
 
Her wiha piştî rewşa rêxistinî Rêveberiya Kongreya Star a Wargeha Waşûkanî hat guhertin û li şûna wan 5 Rêveberên nû hatin erkedarkirin. Jinên ku hatin hilbijartin jî wê beşdarî 8'emîn Kongreya Kongreya Star bibin.
 
Civîn bi dirûşmeya “Jin jiyana azadî” bi dawî bû.