Jin ji bo Peymana Stenbolê kom dibin

  • 14:50 10 Îlon 2020
  • Rojane
STENBOL - Jin di 12'ê Îlonê de li Parka Alî Îsmaîl Korkmaz û Parka Maçkayê li dijî tundiyê ji bo Peymana Stenbolê tên gel hev.
 
Jin amadekariya ku di 12'ê Îlonê de li Parka Alî Îsmaîl Korkmaz û Parka Maçkayê li dijî tundiyê ji bo Peymana Stenbolê bên gel hev dikin..
 
Jinên ku li Taxa Yeldegîrmenî banga tevlibûn çalakiyê kirin wiha gotin: "Em jinên li vê taxê: "Em jin dixwazin li cîhaneke ku tundî lê tunebe û herkes wekî hev be  bijîn. Ji bo ku em daxwaza taxek, bajarek û Cîhaneke bê tundî bikin em di 12'ê Îlonê de saet di 15.00'an de li Parka Alî Îşsmaîl Korkmaz tên gel hev. "
 
Li Parka Maçkayê hevdîtin
 
Herwiha Piştevaniya Mor jî bang li jinan kir ku di 12'ê îlonê saet di 18.00'an de bang li jinan dikin ku bên û Peymana Stenbolê bi hev re niqaş bikin.