Jin ji bo Peymana Stenbolê kom dibin 2020-09-10 14:50:24   STENBOL - Jin di 12'ê Îlonê de li Parka Alî Îsmaîl Korkmaz û Parka Maçkayê li dijî tundiyê ji bo Peymana Stenbolê tên gel hev.   Jin amadekariya ku di 12'ê Îlonê de li Parka Alî Îsmaîl Korkmaz û Parka Maçkayê li dijî tundiyê ji bo Peymana Stenbolê bên gel hev dikin..   Jinên ku li Taxa Yeldegîrmenî banga tevlibûn çalakiyê kirin wiha gotin: "Em jinên li vê taxê: "Em jin dixwazin li cîhaneke ku tundî lê tunebe û herkes wekî hev be  bijîn. Ji bo ku em daxwaza taxek, bajarek û Cîhaneke bê tundî bikin em di 12'ê Îlonê de saet di 15.00'an de li Parka Alî Îşsmaîl Korkmaz tên gel hev. "   Li Parka Maçkayê hevdîtin   Herwiha Piştevaniya Mor jî bang li jinan kir ku di 12'ê îlonê saet di 18.00'an de bang li jinan dikin ku bên û Peymana Stenbolê bi hev re niqaş bikin.