‘Xwendina pirtûkan lêgerîna zanebûnê û pêşketina civakê ye’

  • 09:01 10 Îlon 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Yekîtiya Rewşenbîran a Hesekê Efaf Heskê derbarê girîngiya xwendina pirtûkan û sûdên ku mirov jê digire de wiha got: “Zindîkirina çanda xwendinê civakê pêş dixe û bi xwendina pirtûkan re lêgerîna zanebûnê gel mirovan çêdibe.”
 
Di roja me ya îro de çanda xwendinê pir kêm bûye. Dewlet di perwerdeyên dibistanên xwe de bi zanebûn xwendina pirtûkên xwe esas digire. Tenê ya esas ew e ku ezber kirin û ji ezmûnê bi ser ketin e. Ev tişt jî feydeyê nade civakê. Têkildarî mijarê Endama Yekîtiya Rewşenbîran ya bajarê Hesekê Efaf Heskê axivî û bal kişand ser girîngiya xwendina pirtûkan. 
 
'Xwendin rihê mirovan zindî dihêle'
 
Efaf di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser pergala perwerdeyê ya Rêjîmê û got: “Di pergala perwerdehî de ya Rêjîma BAAS tenê ezberkirin esas digre, lewma mirovan tenê serketina ezmûnan esas digirtin. Ji bo ku xwendekar bibe mamoste û pereyên xwe bigre tenê pirtûk ezber dikir, lê sîstema ezberkirinê mirovan li pêş naxe. Lewma îro roj civak dûrî çanda xwendinê ketiye û mêjiyê xwe tenê di qalib de hiştine. Xwendina pirtûkan rihê mirovan zindî dihêle.”
 
'Desthilatdar zanebûnê weke xeteriyê dibînin'
 
Efaf di dewamiya axaftina xwe de li ser hişmendiya pergala desthilatdar a derbarê zanebûnê de rawestiya wiha nêrîna xwe anî ziman: “Pergala desthilatdar bi hemû rêbazan êrîşî çanda civakê dikin. Mirovan di rêya kapîtalîzmê de dûrî çanda xwendinê dikin û hewl didin ku wan dûrî zanebûnê bihêlin. Ji ber ku di pirtûkan de dîrok, rastiya civakan û têkoşîna bi salan heye. Lewma ciwanan bi rêzefilîmên tirkî, hîndistanî û înternetê mijûl dikin ku civakbûyînê ji hev bixin. Ji ber ku ev sîstem zanebûnê weke xeteriyê ji bo xwe dibînin.”
 
'Bi xwendinê re sekna mirovan bi hêz dibe' 
 
Efaf da zanîn ku mirovên dema xwe bi xwendinê derbas dike xwedî sekneke bi hêz in û wiha pê de çû: “Xwendina pirtûkan mirovan zane dike, rêka rast ji ya şaş pênase dike û dikare bibe bersîv ji pirsgirêkên jiyanê re. Xwendina pirtûkan di kesayetiya mirovan de sekneke bi hêz û xweşik ava dike. Ji bo pêşketina welat û biserxistina destkeftiyên şoreşa Rojava pêwistî bi zanistê heye. Zanist jî di rêya pirtûkan re li pêş dikeve. Ji bo em bibin xwedî çand, dîrok û nasname pêwist e em bixwînin.”
 
'Xwendina pirtûkan lêgerîna zanebûnê ye'
 
Efaf wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di her rûpeleke pirtûkan de mirov jê sûd digre. Di nava rûpelên pirtûkan de zanebûn li pêş dikeve, bi zanebûnê mirov dibe xwedî îrade. Em ê jî ji bo zindîkirina çanda xwendina pirtûkan û pêşxistina hişmendiya civakê cihên taybet ji bo pirtûkan vekin. Divê em xwedî li siberoja xwe derkevin.”