4’emîn Konferansa Kongreya Star bi biryarên girîng bi dawî bû
- 17:18 9 Îlon 2020
- Rojane
KOBANÊ - 4’emîn Konferansa Kongreya Star ya Kantona Kobanê bi biryarên girîng, nûkirina koordînasyona Kongreya Star a Kantona Kobanê bi dawî bû. Jinan di konferansê de biryar dan ku roja 23'yê Hezîranê bibe roja bilindkirina têkoşîna li dijî êrîşên li ser jinên berxwedêr û bi çalakiyan were bi bîr anîn.
4'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Kobanê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna Zehra û Hevrînan, em ê dawiyê li dagirkeriyê bînin û Şoreşa jin misoger bikin" bi tevlîbûna 150 delegeyan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido pêk hatî bi dawî bû. Nûnerên jin ên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Koordînasyona Kongreya Star ya Rojavayê Kurdistanê, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Tevgera Jinên Ciwan, Meclîsa Parastinê, Hêzên Parastina Jin, KPC-JIN û rêxistinên sivîl tevlî konferansê bûn. Li eywana konferansê wêneyên jinên têkoşer hatin daliqandin û her wiha pankarta "Azadiya Rêber Apo, soza jina azad e" û "Bi pêşengiya jinê em ê qeydên koletiyê têk bibin û netewa demokratîk bi ser xin" hatin daleqandin.
Di destpêka konferansê de rewşa siyasî û geşedanên demên dawiyê bi berfirehî hatin nirxandin û pişre jî rewşa rêxistinî, rewşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna beşdervanên jin bi berfirehî hatin nirxandin. Di dawiya konferansê de biryarên girîn hatin girtin.
Di 4'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Kobanê de biryarên ku hatin girtin wiha ne;
"*Azadiya Rêber Apo erkekî mirovî û exlaqiye ku dikeve ser mile her jinekê. Li ser vê bingehê bilindkirina asta çalakî, kar û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo were kirin.
* Destekdayin û piştgiriya hêzên parastina Jin YPJ`ê, Parastina Cewherî û Hêzên Asayîşê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û nirxên civakê.
* Li darxistina çalakî û hemleyên ji bo rewşa herêmên dagirkirî.
* Destekdayina aktîvkirina komînên jinan.
* Avakirina projeyên aboriyê ji bo tevahî jinan.
* Berdewamkirina hemleyên di nava tevahî beşên civakê de bi alîkariya komîteyên jin û desteya perwerdeyê.
* Domandina projeya pewerdekirina mêran.
* Roja 23'yê Hezîranê bibe roja bilindkirina têkoşîna li dijî êrîşên li ser jinên berxwedêr û bi çalakiyan were bi bîr anîn.
* Domandina perwerdeyên zanyarî û bîrdozî.
* Rêxistinkirina tevahî komîteyên jin li gund, navçe û bajarokan.
* Li darxistina hemleyên tenduristî di Kantonê de.
* Domandina hemleyên hişyariyê di derbarê kiryarên ser jinan.
* Aktîfkirina komîteyeke taybet ji bo şopandina zarokan û avakirina projeyên girêdayî wan.
* Rêxistinkirina serdana jinan.
* Berdewamkirina hemleyên li dijî tundiya ser jin."
Her wiha di konferansê de bi rêya hilbijartinê rêveber û komîte hatin bijartin. Endamên Koordînasyona Kongreya Star ya Kantona Kobanê ku ji 5 kesan pêk tê û berdevkên 10 rehendên bi rêya hilbijartinê hatin nû kirin. Jinên ku hatin bijartin soz xwe ji bo domandina têkoşîna jinan dan.
Konferans bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.