Hîva Erebo: Destkeftiyên jinan bi saya vîna têkoşerên azadiyê mayinde bûn

  • 16:39 9 Îlon 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star Hîva Erebo, di 4'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Kobanê de axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Hemû destkeftiyên di destê jinan de bi saya vîna jinên têkoşer û dildarên azadiyê hatin mayindekirin. Kongreya Star rêxistineke jinê ye û li dijî hişmendiya civakê ya paşverû li ber xwe dide."
 
4'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Kobanê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna Zehra û Hevrînan, em ê dawiyê li dagirkeriyê bînin û Şoreşa jin misoger bikin" bi tevlîbûna 150 delegeyan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi nîqaşên berfireh didome. Di konferansê de rewşa jinan a di qada rêxistin, siyasî û civakî de berfirehî tên nîqaşkirin. Her wiha di konferansê de dagirkeriya herêmê û bandora wê ya li ser jinê jî mijara serekê ya konferansê ye. 
 
Piştî rapora salane ya Kongreya Star a Kantona Girê Spî û ya Kantona Kobanê hatin xwendin, nirxandin ser raporan hatin kirin. Derbarê kar û xebatên ku hatine kirin de sînevîzyonek hat pêşandan. Piştre li ser rewşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niqaş hatin destpêkirin. 
 
`Kongreya Star têkoşîna li dijî hişmendiya paşverû bingeh digre`
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star Hîva Erebo di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev çand sal in em di şoreşekê re derbas dibin û me jiyana xwe li gorî wê birêxistin kiriye. Em jî weke jin ji destpêkê ve şoreşê de kedê didin. Hemû destkeftiyên di destên me de bi saya vîna jinên têkoşer û dildarên azadiyê hatin mayindekirin. Kongreya Star rêxistineke jine ku bi çav û mêjiyê jin li dijî hişmendiya civakê ya paşverû li ber xwe dide."
 
Hîva, destnîşan kir ku bîlançoya niha di destên me de tijî bûyerên qetîlkirina jinan e û wiha got: "Ev jî ji encamên wê hişmendiya desthilatdara ya ku em li dijî wê şer dikin. Rêber Apo dibêje dema ku ‘Jineke di bin navê namûsê de were qetîlkirin, ev rûreşiya herî mezin ya pergala serdest e' Li dijî van rewş û bûyeran divê biryarên xurt werin girtin. Jinek li ku derê be bila bibe, pêwist e em wê jinê biparêzin û erka me ya sereke rêxistinkirina civakê be."
 
Beşdarvan bal kişandin ser gef û dagirkeriya dewleta tirk a li herêmê. Sedem û çareseriya bûyerên qetîlkirin û xwekûştina jinan ev bi giştî hatin nirxandin. Her wisa gelek pêşinyar jî hatin kirin ku wê di dawiya Konferansê de weke biryar werin dest girtin.
 
Konferans bi nirxand û nîqaşan didome…