Eyşe Hiso: Em ê têkoşîna li dijî hişmendiya tuneker bidomînin

  • 14:41 9 Îlon 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Di 4'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Kobanê de Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso bal kişan ser geşedanên siyasî ya li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Em weke gelê Sûriyeyê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêya azadiyê, hebûn û netewa demokartîk hilbijartiye. Me çeteyên DAIŞ'ê têk bir û cîhan ji terorê parast, me hemû hevsengiyên cîhanî guhertin. Ev pêşketin serkeftina projeya me ye."
 
4'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Kobanê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna Zehra û Hevrînan, em ê dawiyê li dagirkeriyê bînin û Şoreşa jin misoger bikin" bi tevlîbûna 150 delegeyan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido didome. Di konferansê de Hevseroka Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso axivî. Eyşe Hiso rewşa siyasî ya Sûriyeyê û kiryarên dewleta tirk nirxand 
 
Eyşe di destpêkê de aloziya li Sûriyeyê nirxand û ev tişt got: "Ji destpêka sala 2011'an de tu projeyên çareseriyê ji bo aloziya Sûriyeyê ji aliyên hêzên hegomonîk de ku xwe weke hêzên sereke di Rojhilta Navîn de nîşan didin, me nedîtine. Em weke gelê Sûriyeyê divê pergaleke rast ji bo xwe hilbijêrin. Artêşa Azad qaşo ku li dijî pergala Rêjîma BAAS xwe bi rêxistinkiriye civak ji hev de xistine. Niha hêzên opozisyonê bûne amûrên pêkanîna planên dewleta tirk ku herêmên Sûriyeyê radestî Tirkiyeyê kirin. Rêjîma BAAS heta niha projeya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi îsrar red dike. Her tim sûcê parçekirina axa Sûriyê davêjin ser me, lê rastî li ber çava ye bê kî sûcdare.  Dewleta tirk bi alîkariya hêzên opozisoyonê guhertinên demografîk çêdike, ziman û çanda gelan ya resen diguhere. Li rex van rastiyan dema ku civînên Astana û Cinêv tên lidarxistin, ev aliyên ku di kûrkirina aloziya Sûriyeyê de rola sereke dilîzin, beşdar dibin." 
 
'Çareseriya aloziya Sûriyeyê bi yekîtiyê pêk tê'
 
Eyşe, bal kişand ser yekîtiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hêzên  ku desthilatdariya xwe li Rojhilata Navîn didin meşadin, negihêştine nêrîneke hevbaş di derbarê xêzkirina nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de. Em jî weke gelên li Sûriyeyê dibin mexdûrên şerê berjewendiyan. Dewleta tirk bi êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ranawest e, wê êrîşî hemû welatan bike. Tirkiyê rojane êrîşên xwe li ser Başûrê Kurdistanê jî dike. Tirkiyê kaxeza avakirina nakokî û tevlîheviyên di navbera aliyên kurdî de, bi kar tîne. Ji ber vê çareseriya aloziya Sûriyeyê bi yekîtiyê pêk tê. Çarenûsa Sûriyeyê bi yekîtiya me re têkildar e."
 
'Projeya me siberoja Sûriyê ye'
 
Eyşe, di konferansê de behsa planên li dijî pêkhateyên herêmê û derxistina nakokiyan jî nêrînê xwe wiha anî ziman: "Em weke gelê Sûriyeyê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêya azadiyê, hebûn û netewa demokartîk hilbijartiye. Me çeteyên DAIŞ'ê têk birin û cîhan ji terorê parast, me hemû hevsengiyên cîhanî guhertin. Ev pêşketin serkeftina projeya me ye. Li ser vê bingehê ji me re diyar dibe ku projeya Rêveberiya Xweser hêza çareseriya aloziya Sûriyê ye. Lewma divê ku nûnerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdarî hevdîtinên ji bo aloziya Sûriyê, bibin. Li dijî projeya me di van demên dawî de Rêjîma BAAS bi hevkariya dewleta tirk û çeteyan hewildanên avakirina nakokiyan di navbera pêkhateyên herêm de li Dêrezorê û Hesekê, kirin. Lê careke din ev hêz bi bin ketin. Ev yek planên ku li ser pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine amedekirin vala derxistin."
 
'Wê têkoşîna me bi ser bikeve'
 
Eyşe, di dawiya axaftina xwe de girîngiya bilindkirina asta têkoşînê anî ziman û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di nava van hemû rewşan û komployan de, herî zêde jin zextê dibînin. Di roja îro de êrîşeke hov û giran li ser jinan heye. Ji ber di vê projeyê de rola serke ya jin e. Hedefgirtina pêşengên civakê weke Hevrîn Xelef û Zehra Berkel vê nêzkatiyê diyar dike. Ji bo vê bi îsrara li dar xistina vê konferansê, tê wateya vala derxistina tevahî êrîşan. Li gor dirûşma konfransê, divê ku em asta têkoşîna xwe bilindtir bikin, jinên Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî rizgar bikin. Ji ber ku tu kes nikare vîna jina azad bişkîne, me weke jin ramanên Rêber Apo ji xwe re hêz girtiye. Em ê weke rêxistin têkoşîna li dijî hişmendiya ku tunekirina jinan bingeh digire, bidomînin. Em dîrok in û em ê dîrokê binvîsin."