4'emîn Konferansa Kongreya Star a Kobanê dest pê kir

  • 11:57 9 Îlon 2020
  • Rojane
KOBANÊ - 4'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Kobanê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna Zehra û Hevrînan, em ê dawiyê li dagirkeriyê bînin û Şoreşa jin misoger bikin" dest pê kir. 
 
4'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Kobanê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna Zehra û Hevrînan, em ê dawiyê li dagirkeriyê bînin û Şoreşa jin misoger bikin" bi tevlîbûna 150 delegeyan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kir. Nûnerên jin ên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Koordînasyona Kongreya Star ya Rojavayê Kurdistanê, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Tevgera Jinên Ciwan, Meclîsa Parastinê, Hêzên Parastina Jin, KPC-JIN  û rêxistinên sivîl di konferansê de amade bûn. Li eywana konferansê wêneyên jinên têkoşer hatin daliqandin û her wiha pankarta "Azadiya Rêber Apo, soza jina azad e" û "Bi pêşengiya jinê em ê qeydên koletiyê têk bibin û netewa demokratîk bi ser xin" hatin daleqandin.
 
Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Piştî hilbijartina dîwanê ji 5 kesan berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd axaftina vekirinê kir. 
 
Evîn, di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî rojavayê Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev konferans di rewşeke zehmet de tê lidarxistin ku li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û Sûriyeyê alozî û şerên dijwar rû didin. Aloziya Sûriyeyê temenê wê 9 sal in, lê di dirêjahiya van salan de li şûna ev pirsgirêk bihata çareserkirin, kûrtir bû. Ev yek jî xwe dispêre planên hêzên dagirker ku dibe asteng li pêşiya avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî. 
 
Her wiha herêmên me bûne navenda êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û tevahî dewletên hegomonîk. Armanca van kiryaran çewisandin û têkbirina şoreşa me ye. Me weke jin di van 9 salên borî de kedeke mezin û berdêlên giranbûha dan. Loma ji her kesî zêdetir divê em bi rengekî xurt cihê xwe di avabûna Sûriyaye pêşeroj de bigirin û şoreşa xwe biparêzin. Hebûna Rêxistin û xebatên me, bersîva herî xurt li dijî tevahî êrîşan e û pêkanîna xeyalên rêhevalên me yên şehîd  armancên me ne."
 
Piştî axaftina Evînê, endama navenda lêkolînên Jineolojî Dîcle Heyder perspektîfên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan yên derbarê jin de dixwîne xwend.
 
Konferans didome…