Qatîlê Remziye gef li malbat û derudor dike!

  • 09:10 9 Îlon 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Veysî Yoldaş ê ku Remziye Yoldaş qetil kiriye gefa mirinê li kesên bûne şahidê bûyerê, malbat û hevalên remziye xwariye. Cîranan bertek nîşanê qetilkirina Remziye û negirtina ewlehiya wê dan û gotin divê ev ji mêr re nemîne.
 
Remziye Yoldaş ji aliyê Veysî Yoldaş ê ku ji girtîgehê fîrar kiriye ve li pêş zaroka xwe ya 8 salî ve hatibû qetilkirin. Li cihê ku Remziye hatiye qetilkirin, li taxa Seyrantepeyê me ji cîranan û kesên bûne şahide buyerê ev bûyer pirsî. Cîranên ku me pirsa bûyerê ji wan kir gelekên wan gotin ger ku em biaxivin wê me jî bikuje. Lê yên axivîn bûyer vegotin.  
 
‘Zaroka 8 salî diket navbera dê û bavê xwe de’
 
Cîrana Remziye a ku ne xwestiye navê xwe bêje û bi dîmen biaxive wîha got: “Em û Remziye cîranên hev ên kevnarin. Bi salane min wê nas dikir. Keseke baş bû. Dema zewicî, piştî 9 mehan hevjînê wê hate girtin. Hertim bi karê ne baş re mijûl dibû. Hişbir bir bi kar dînanî û ji birîndarkirina mirovan dihat girtin.Tundî li Remziyeyê dikir. Rexmê van yekan ji ber gefên civakê li benda derketina wî ma. Lê di vê dawiyê de ji girtîgehê fîrar kir. Her roj lê digeriya digot ‘ez ê zaroka te bikujim, te bikujim, birayê te, bavê te, diya te bikujim’ Digot were em bi hev re bimînin. Remziye ji ber sedema lêgerîna wî hebû tundiya lê dihat kirin qebûl nekir. Em hin şiyar bûn bi çeka xwe re hatiye taxê. Ji bo ku li zaroka wê nekeve Remziye zaroka xwe dida pişt xwe û zarok ji digiriya û bi israr xwe dida navbera wan. Ev dîmen ji hişê min naçe. Çi bu di demek kurt de qewimî. Heta em gihiştin kolanê gule teqiya û Remziye ket. Cîran kombûn û Veysel çeka xwe ber bi cîranan jî vekir û got, ‘Ez ê we bikujim, ez ê birayê wê malbata wê sax ne hêlim.Min dê bav û malbat nîne. Tiştekî ez winda bikim ji tune ye. Jiyana min ji tune ye.’ Van gotinan her kes tirsand û çû. Veysî hîna jî nehatiye girtin.”
 
‘Kes ji qatîlên jinan re deng nake’
 
Mehtap Yildiz a cîrana Remziyeyê ye li hember qetilkirina wê hêrsa xwe da nîşandan û got: " Em biaxivin jî vale ye. Ne saleke ne du sale jin tên qetil kirin û li hemberî vê jî bi hezaran salan e jin têkoşînê didin. Lê hertim hêzên serdest li hemberî vê yekê şkestinek mezintir dane jiyîn. Veysî Yoldaş ji girtîgehê bi hêsanî fîrar dike. Bi  çeka xwe ketiye kolanan û kes deng jê re nake. Remziye bi rojan ji her kesî re ev got yekan got, 'Got jiyana min di metirsiyê de ye'. Kê ew mêr girt û kê dengê Remziye bihîst. Hat Remziye qetil kir û çawa hat ji çû. Kesek ji kujeran re dengê xwe nake. Ji ber ku ya tê qetilkirin jin e.”
 
‘Em hemû Remziye ne’
 
Mehtap rewşa jinan a heyî bibîr xist û wiha got: “Ev 20 sal e ez zewicî me, lê tucarî ez bi awayê azad nejiya me. Ji ber ku hertim hertiş di destê mêr de bû. Hevjînê min çi dibêje ew e. Di aliyê aborî, jiyanî, civakî de ez destûr ji hevjînê xwe digirim. Heta çûna şîna bavê xwe jî min destûr jê girt û destûr neda. Bi kurtasî jiyana min ev e. Em hemû Remziye ne. Pêwîstiya me jinan bi ewlehiyê, bi xweseriya aboriyê heye. Ger ev were bidestxistin wê baweriya jinan bi wan çêbibe. Lê dev ji van yekan berdin jin tên qetilkirin jî tu kes alîkariyê nade wan. Divê herkes xwe lêpirsîn bike. Kesên li hember kuştina Remziyeyê bêdeng dimînin ji wan re dibêjim, xwîna Remziye bi destê we ve ye.”
 
‘Divê em bêdeng nemînin’
 
Zehra Degiş ji wiha got: “Her roj em agahiyên qetilkirina jinan dibihîzin. Em naxwazin êdî jin mîna Remziye Yoldaş werin qetilkirin û bila êdî jin neyên qetilkirin. Kesên ku piştgiriyê didin kujeran ji em şermezar dikin. Qetilkirina Remziye û ne girtina kujerê wê peyamekê dide me. Ji bo jinek din neyê kuştin û kêm nebe divê em bêdeng nemînin.”
 
‘Em hemû Remziye ne’
 
2 dayikên din ên ku nexwestin navê xwe bidin derbarê qetilkirina Remziye Yoldaş de axivîn û wiha gotin: “Divê tola Remziyeyan were hildan. Bê cezahiştin, serbestamyîna kesên mîna Veysî dibe sedema qetilkirina me. Em hemû Remziye ne. Sibe em jî werin qetilkirin, wê dewlet bêdeng bimîne. Xwedê ji kujeran û kesên wan diparêzin re nehêle.”