Yasemîn Gîrîtlî Înceoglu: Bêcezahiştin tê normalkirin

  • 09:06 9 Îlon 2020
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Prof Dr. Yasemîn Gîrîtlî Înceoglu derbarê çekdariya şexsî de axivî û sedema zêdebûnê bêcezabûne û got: “Ev hemû civakê eleqeder dike. Her wiha mijarek demokrasiyê ye. Li dijî şîdetê parastinek tune, ev tê li ber bêbaweriya li hember hiqûq, saziyên cemawerî û her wiha îzole tecrîdê vedike.”
 
Li Tirkiyeyê demên dawî de şîdet zêde bûye. Saziyên civaka sivîl, akademîsyen û partiyên muxalefetê bal dikşînin ser çekdariya şexsî û daxwaz dikin ku tedbîrê pêşgirtinê pêk bên. Li gorî rapora 2019’an a Weqfa Umut, li Tirkiyeyê sala borî di 3 hezar û 623 bûyerên çekdarî hatine jiyîn û 2 hezar û 211 kesî jiyana xwe ji dest daye û 3 hezar û 736 kes jî birîndar bûye. Li gor heman raporê di 2018’an de jî 3 hezar û 679 bûyer hatine jiyîn, 2 hezar û 279 kes mirine û 3 hezar û 762 kes birîndar bûne. Endama Lijneya Rêveberiya Weqfa Umut û akademîsyena ragîhandinê Prof. Dr. Yasemîn Gîrîtlî Înceoglu der barê mijarê de axivî.
 
* Tê diyarkirin ku di salên dawî de bûyerên çekdariya şexsî zêde bûne. Li welat rewşa çekdariya şexsî di çi rewşê de ye?
 
Li ser xwe çek gerandin ne mafe. Çekdariya şexsî tê wateya alava kuştinê. Weqfa Umut ya li dijî çekdariya şexsî têdikoşe ji 2015’an heta niha her sal îstatîstîkên rûpelên 3’emîn ên rojnameyan lêkolîn dike. Rapora ‘şîdeta çekdarî’ amade dike. Vê raporê li ser bûyerên di çapemeniyê de dertê dike. Em dikarin bêjin hejmar gelek zêdeye. Tablo bi rastî jî bi xof e. Li welat her sal bi giştî 4 hezar û 500 kes ji ber çekdariya şexsî dimirin.
 
* Li gorî daneyên Weqfa Umut di 2015’an de 2 hezar û 175 bûyer di çapemeniyê de hatine dîtin, di 218’an de 3 hezar û 679 e. Her sal zêde dibe. Hûn vê bi çi ve girê didin?
 
Sedema herî mezin a vê zêdebûnê faktorên çandê ye. Mixabin pisgirêkên şexsî û civakî bê şîdet nayên çareserkirin. Çek di çareseriya pirsgirêkan de ne alavek rewaye. Li gorî lêkolîna Weqfa Umut, çek bi armanca kuştinê tên girtin. Li Tirkiyeyê 10 salên dawî de şîdet zêde derket holê. Bi taybet jî pêvajoya pandemiyê de zêde hatin jiyîn.
 
* Li Tirkiyeyê ji sedî 85 bê ruhsat herî kêm 25 mîlyon çek hene. Em dikarin bêjin ku temînkirina çekan hêsane? Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
 
Li gorî lêkolînan hejmara çekên bi ruhsat 2 mîlyon û nîv e. Di rewşê de bi giştî hejmara çekan nêzî 25 mîlyonî ye. Li Tirkiyeyê ji bo ruhsata çekê bê girtin divê temen 21 be. Xwegîhandin çekan, di hewaya vekirî de gule reşandin, di nîqaşan de bikaranîn açkean zêdeye, li malê çek hebe her kes dikare xwe bigihênê. Ev jî rê li ber şîdetê vedike.
 
* Cezayên ji bo bikaranîna çekên bi ruhsat jî kêmin. Di vê mijarê de hûn çi dibêjin?
 
Li Tirkiyeyê di 2015’an de li gorî tabloyê rojê herî kêm 5 kes mirine. Mirinên bi çek û kêran pêk hatine ji sedî 71’ê wê bi çek û tifingan pêk hatiye. Ji sedî 29 jî bi alavên birînê pêk hatine. Hema hema di hemû bûyeran de çek hatine desteserkirin û cezayê kêm yên pere hatine dayîn. Yanî ceza nayê dayîn. Ji ber vê jî ev pêşî lê nagire, berovajî vê teşwîq dike. Di bin çekdariya şexsî de zîhniyeta serdest ya mêr heye. Yanî kesên çekê li ser xwe digerînin xwe cuda dibînin. Çiqas çekdariya şexsî hebe ev jî tê wateya ku çek tê bikaranîn. Kesên çekê digirin jî dibin êrîşkar.
 
* Gumanbar jinan piranî bi çekan qetil dikin. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
 
Di vê mijarê de divê dewlet pergala kontrolê bîne. Dibêjin rayedarên dewletêne û çekan didin lê divê der barê ruhsata hilgirtina çekê de, pergala referansa parêzer û dadger bê anîn. Dîsa li malê hebûna çekê, divê bi referansa daxwaza hevjîn pêk bê.Divê der barê şertên tenduristî, perwerde, veşartinê de jî şerta kontrolê bê anîn.
 
* Sevda Noyan di weşana zindî de gotibû ‘Malbata me dikare 50 kesî bibe. Em di vê mijarê de têr û tije ne’. Hûn wek akademîsyena ragîhandinê vê çawa dibînin?
 
Pêşengên civakê divê li dijî çekdariya şexsî bangan bikin. Yên reklaman dikin jî divê peymanên pêşîgirtinê bikar bînin. Divê dîmenên çekan bên mozaîkirin. Her wiha gotinên şîdetê divê bên sansurkirin.
 
* Gotina we ya dawî çiye, hûn dixwazin çi lê zêde bikin?
 
Bêcezabûn pirsgirêkek girîng e. Bêcezabûn, mexdur, maktul, xizmên mexdur û hemû civakê eleqeder dike. Ev di heman demê de mijarek demokrasiyê ye. Her ku çanda bêcezabûnê pêş dikeve, serî tewandin û qebûlkirin jî normal dibe. Bêcezahiştin, pêşî li nîqaşên der barê sûcan de jî digire. Yanî sûcên tên kirin jî baş nayên lêkolînkirin, nayên cezakirin. Ev jî peyama teşwîqkirinê dide gumanbaran. Em wek Weqfa Umut jî ji bo şîdeta dakeve asta herî jêr têdikoşin.