ROJEVA 9’Ê ÎLONA 2020’Î

  • 09:00 9 Îlon 2020
  • Rojev
* Jinên ji gundê Rojavayê Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk helwestên xwe nîşan dan û wiha gotin: "Destên dewleta tirk di hemû komkujiyan de heye, pêwîste hesabê van komkujiyan bê pirsîn." BI DÎMEN
 
* Meha Sedam Îsa niha xaniyê xwe bi kelpîçan çêdike û wiha dibêje: "Ligel nêzîkbûna çeteyan û xeteriya wan, em xaniyên xwe bi kelpîçan çêdikin. Ez gelek caran şev nobetê digrim. Em bimrin û bimînin jî em ê li mala xwe bin." BI DÎMEN 
 
* Ji hêla Weqfa Jina Azad li Dêrikê ji bo jinan perwerdeya dirûtinê hat destpêkirin. Semîha Hisen mamostetiyê dike û diyar kir ku li vir jin hînê karekî dibin û nîşanî jinên li derdora xwe jî dikin. Nadiya Elî jî tevlî perwerdê dibe jî got: "Bi xebatên wisa em dikarin debara mala xwe jî bikin." BI DÎMEN 
 
* Remziya Derwîş 18 salî ye bi muzîkê re eleqedar dibe û ji bo pêkanîna xeyalên xwe bê navber dixebite û got: "Ez dixwazim li gor dilê civaka xwe stranan çêkim û bêjim. Ez hem dixwînim û hem jî bi muzîkê re eleqedar dibim û ez hevsengiyê di nava hemû xebatên xwe de çêdikim." BI DÎMEN 
 
* Niha li cîhanê bikaranîna podcastê her ku diçe zêde dibe. Du jin ji bo ji bo dengê jinên kurd bighîne hemû jinên cîhanê bi navê Jinên Kurd li ser podcastê  weşanê dikin. Koordînatora weşanê Rûken Işık da zanîn ku dê çarçoveya xebatên xwe berfireh bikin û dixwazin dengê jinên kurd bigihenîn hemû deverên cîhanê.
 
* Krîza aborî her diçe giran dibe û welatiyên diçin bazaran jî destvala vedigerin.Welatiyên li Wanê da zanîn ku bi yek poşetê vedigerin malên xwe. BI DÎMEN  
 
* Prof Dr. Yasemîn Gîrîtlî Înceoglu derbarê çekdariya şexsî de axivî û sedema zêdebûnê bêcezabûne û got: “Ev hemû civakê eleqeder dike. Her wiha mijarek demokrasiyê ye. Li dijî şîdetê parastinek tune, ev tê li ber bêbaweriya li hember hiqûq, saziyên cemawerî û her wiha îzole tecrîdê vedike.” BI DÎMEN 
 
*Jinên Îzmîrê bertek nîşanî serbestberdana Mûsa Orhan dan û gotin: "Kesên gumanbar diparêzin, bixwe jî gumanbar in. Lê em ê têkoşîna xwe li hemberî bêcezahiştinê bidomînin." BI DÎMEN 
 
*Veysî Yoldaş ê ku Remziye Yoldaş qetil kiriye gefa mirinê li kesên bûne şahidê bûyerê, malbat û hevalên remziye xwariye. Cîranan bertek nîşanê qetilkirina Remziye û negirtina ewlehiyê waê dan û gotin divê ev ji mêr re nemîne. DÎMEN HEYE
 
*Zehra Gomul ya bi temenê biçûk de hat zewicandin, diyar kir ku tema gustîl kirine tiliya wê, gotiye belkî diyariya apê wê ye û got: “Ez bi zarokên xwe re mezin bûm. Divê li dijî zewaca di temenê zarokatiyê de têkoşîn bê dayîn.” BI DÎMEN 
 
*Bi fermana 3'yê Tebaxa 2014'an bi sedhezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, lê piştî rizgariyê gelek Êzidî care din hatin ser axa xwe. Yek jî wan Zere Hesen e û got: "Jiyan zehmet e lê belê yên li wargehên penaberan bêtir zehmet e. Ez bang dikim bila Êzidî vegerîn ser axa xwe." BI DÎMEN