Meryem Şerîatmedarî serbest hat berdan

  • 15:01 8 Îlon 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Meryem Şerîetmedarî ya qanûna bi darê zorê serî girtinê ya Îranê şermezar kiriye cezayê lê hatiye birîn teqez bûye û li Denîzlî hatibû binçavkirin. Meryem a ku hat binçavkirin birin Aydinê û piştî kar û barê wê yê fermî qediya serbest hat berdan.  
 
Li Îranê piştî Şoreşa Îslamî  sergirtin hat qanûnîkirin û li dijî vê qanûnê di sala 2017’an de jinan çalakî dabûn destpêkirin. Derbarê jinên ku çalakî dabûn destpêkirin de lêpirsîn hatibû destpêkirin û bi dehan jin bi cezayê girtîgehê hatibûn cezakirin. Yek ji van jinan jî tê diyarkirin ku Meryem Şerîatmedarî ya ku endama tevgera bi navê “Keçên Cadeya Înkilabê” ye di sala 2018’an de li paytexta Îranê Tahranê çalakî li dar xistiye. Meryem a ku ji ber cezayê lê hat birîn hatibû Tirkiyeyê. Meryem a ku bi vîzeya ji bo turîstan hatibû tirkiyeyê li Denîzliyê hat binçavkirin û biribûn Aydinê. Meryem li Aydinê piştî kar û barê wê yê fermî qediya bi şertê ku dema vîzeya xwe dirêji bike mehek destûr jê re hat dayîn û serbest hat berdan. 
 
Meryem a ku li Denizliyê dimîne hat diyarkirin ku ji bo biçe Ewropa yan jî Amerîkayê li benda vîzeyê ye.