HDP'yî çûn serdana Xeyriyeya avahiya wê hatiye xirakirin

  • 14:05 8 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê serdana Xeyriye Demir a ku 3 caran avahiya wê û ya zarokên wê hatiye xirakirin kir.
 
Li gundê Fîsê yê navçeya Lîceya Amedê avahiya Xeyriye Demîr û ya zarokên wê 3 caran bi hinceta ku tapu nîne hate xirakirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Amedê û navçeyên wê ku hevseroka HDP'ê Hulya Alokmen Uyanık û parlamenter Semra Guzel  jî di nav de çûn serdan Xeyriyeyê. 
 
'Xirakirina avahiyê bi meclîsê re hat parvekirin'
 
Semra Guzel di hevdîtinê de diyar kir ku wê rewşa heyî bi meclîsê re parve kiriye. Herwiha Hulya jî got "Pêwiste heqê darên hatine birîn bê dayîn. Ji ber ku hejmareke zêde darên fêkiyan ên li ber avahiyê hatine birîn."