Kampa Serêkaniyê koçberan pêşwazî dike

  • 13:23 8 Îlon 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî- Necah Meîş
 
HESEK Ê- Hevseroka Wargeha Serêkaniyê Zemzem Hisên teqez kir ku ji bo parastina tenduristiya koçberên Serêkaniyê û sivikirina kar û xebatên perwerdehiyê wan îro li wargehê dest bi pêşwazîkirina koçberên li dibistanan dimînin kirine.
 
Dewleta tirk û hevkarên wê di 9'ê Cotmehê de bi çekên giran û qedexekirî êrîşî bajarê Serêkaniyê kirin. Di encamê de nêzî 300 hezar kes koçberî bajarê Hesekê bû. Rêveberiya Xweser ji bo bi cihkirina koçberan û parastina wan ji sermaya zivistanê ew li dibistanan bi cih kiribûn. Di 19'ê tebaxê de jî ji bo parastina van  koçberan ji vîrûsa koronayê û sivik kirina xebatên perwerdeyê Wargeha Serêkainiyê ava kir.  Îro jî li wargehê dest bi pêşwazîkirina koçberên li dibistanan hat kirin. Di roja destpêkê de koçberên li dibistana Ehmed Şerîf Debax, Elî Elî û Harûn Reşîd li wargehê tên pêşwazîkirin.
 
'Bi hezaran kes koçber bûn'
 
Hevseroka Wargeha Serê Kaniyê Zemzem Hisên,  diyar kir ku li Kantona Hesekê bi giştî li 80 dibistan koçber hatinine bicihkirin û wiha pê de çû: "Di êrîşên dewleta tirk li ser Serêkaniyê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn û berê xwe dan bajarê Hesekê. Rêveberiya Xweser ji bo parastina koçberan ji sermaya zivistanê li dibistanan ew bi cih kirin, ji wê demê de li dibistanan di warê kar û xebatên perwerdeyê de zahmetî dihat kişandin.  Ji bo ku em kar  û xebatên li dibistanan ên ji bo perwerde sivk bikin me Wargeha Serêkaniyê ava kir û me niha dest bi bicihkirina koçberan li wargehê kiriye. Ez bang li rêxistinên mafên mirovan dikim ku bi erka xwe rabin û alîkariyê bidin koçberên Wargeha Serêkaniyê."
 
'Divê em rê li ber xwendina zarokan negirin'
 
Koçbera bi navê Saliha Ibrahîm Osman bang li koçberên dibistanan kir ku berê xwe bidin Wargeha Serêkaniyê û wiha got: "Îro em ji dibistana Ehmed Şerîf Debax derketin û me berê xwe da Wargeha Serêkaniyê ku em lê bi cih bibin. Rewşa wargehê baş e, em dixwazin her kes ji dibistanan derkevin û bên li Wargeha Serêkaniyê bi cih bibin ku em xwe ji vîrûsa korona biparêzin û bandora neyînî li xebatên perwerdeyê nekin ji ber ku dibistan ji bo perwerdeya zarokên me hatine avakirin. Pêwiste em rê li ber xwendina zarokan negirin."
 
Li Wargeha Serêkaniyê dê rojane 3 dibistanên ku koçber li wan bi cih bûne bên valakirin.