Ji bo Gulîstan Doku li 3 bajaran çalakî

  • 11:26 8 Îlon 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Komîsyona ji bo Gulîstan Doku Adalet, wê ji bo Gulistanê li Dêrsim, Îzmîr û li Stenbolê çalakiya rûniştinê dide destpêkirin.
 
Komîsyona ji bo Gulîstan Doku Adalet li ser hesabê xwe yê medya civakî diyar kir ku ew ê ji bo li bejahiyê lêgerîna Gulîstanê ya xwendekara Zanîngeha Munzurê  berdewam bike û Zaînal Abakarov bê darizandin derkevin kolanan û li Dêrsim Îzmîr û li Stenbolê çalakiya rûniştinê li dar bixin.
 
Çalakiya rûniştînê îro li Dêrsimê saet di 17.00'an de li Qada Seyît Riza tê lidarxistin.