Aktîvîsta Îranî li Denizliyê hat girtin

  • 11:21 8 Îlon 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat îdakirin ku aktîvîst Meryem Şerîetmedarî ya qanûna bi darê zorê serî girtinê ya Îranê şermezar kiriye cezayê lê hatiye birîn teqez bûye û li Denîzlî hatiye binçavkirin. Tê gotin ku jina hat girtin bişînin Îranê. 
 
Li Îranê piştî Şoreşa Îslamî  sergirtin hat qanûnîkirin  û li dijî vê qanûnê di sala 2017’an de jinan çalakî dabûn destpêkirin. Derbarê jinên ku çalakî dabûn destpêkirin de lêpirsîn hatibû destpêkirin û bi dehan jin bi cezayê girtîgehê hatibûn cezakirin. Yek ji van jinan jî tê diyarkirin ku Meryem Şerîatmedarî ya ku endama tevgera bi navê “Keçên Cadeya Înkilabê” ye di sala 2018’an de li paytexta Îranê Tahranê çalakî li dar xistiye û pişt re hatiye binçavkirin. 
 
Piştî rûdana vê bûyerê aktîvîst Meryem ji Îranê direve û tê Tirkiyê. Hat îdakirin ku Meryem a ev demeke li bajarê Denîzliyê dimîne û ji bo biçe Ewropa û Amerîkayê li benda vîzeyê bûye. 
 
Rojnamevanek bi navê Peyman Aref li ser hesabê xwe yê medya civakî duh êvarê belav kir ku Meryem li Denîzliyê hatiye binçavkirin û wê sewqî Navenda Paşde Şandinê ya Aydinê kirine. 
 
Derbarê mijarê de daxuyaniyek fermî nehat dayîn û tê diyarkirin ku wê vê aktîvîstê paş de bişînin Îranê.