Psîkolog Fahriye: Qanûnên ku êrîşa zayendî rewa dikin derdixin

  • 09:10 8 Îlon 2020
  • Rojane
WAN - Psîkolog Fahriye Cengîn diyar kir ku divê Tirkiye li dijî êrîşa zayendî bi awayekî civakî têbikoşe û got desthilatdarî qanûnên ku zarokan di temenê zarokatiyê de dizewicîne derdixe û êrîşa zayendî meşrû dike.
 
Li Tirkiyeyê her diçe êrîşa zayendî li dijî zarokan zêde dibe û bûyerên tecawizê zêde dibin. Ligel vê biryarên daraz, gotinên di atmosfera siyasî de tên gotin, polîtîkayên tên meşandin û her wiha di pirtûkan û çapemeniyê de jî êrîşên zayendî tên rewakirin. Psîkolog Fahriye Cengîz polîtîkayên ku êrîşa zayendî li dijî zarokan rewa dike û bandora wê ya li ser zarok û civakê nirxand.
 
‘Bandorê li ser her aliyê civakê dike’
 
Fahriyeyê bi lêv kir ku gumanbarên sûcên zayendî li ser bertekan tên girtin û bi qasî di rayagiştî de xuya dike tên cezakirin û wiha pê de çû: “Dozên îstîsmarê yên berê ku bi encam bibûn li ser zextên rêxistinên jinan bi encam bûn.” Fahriyeyê nivîskarê pirtûka ji bo zarokan a bi navê ‘Duşun ve Gul’ ya Musa Dînç jî bi bîr xist û wiha pê de çû: “ Divê ev jî bê bibîrxistin. Ev ne mijarek ku bi Musa Dînç sînor dimîne ye. Ev mijarek ku bandorê li ser hemû aliyên civakê dîke ye. Pirtûkên zarokan bi navê ‘ez hunerê dikim, wêneyê dikim’ de tên weşandin û ev mijarek gelek girîng e. Ev ne di warê hiqûqê, ne psîkolojîk ne jî bi aliyê civakî dikare bê dest girtin.”
 
‘Mijara esas çareserkirina êrîşîa zayendî ye’
 
Fahriyeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku mijara divê demildest bê çareserkirin êrîşa zayendî ye û wiha pê de çû: “Desthilatdarî qanûnên ku zewaca zarokan rewa dike derdixe û nêrîna ‘êrîşa zayendî ne tiştekî xerabe’ diafirîne. Li Tirkiyeyê kesên ji baweriyên cuda çandên cuda dijîn hene. Lîderên ku ji her alî kes temsîl dikirin berê ji dozên êrîşên zayendî li ser zarokan hatin xilaskirin bê ceza hatin hiştin. Vê jî nêrîna êrîş ne sûc e bixwe re anî. Bêguman di pêvajoya dawî de tiştên tên jiyîn jî encama vê ne.”
 
‘Mekanîzmaya ku rewa dibîne heye’
 
Fahriyeyê her wiha destnîşan kir ku malbat, naveroka pirtûkên ku nizanin bila bi zarokên xwe nedin xwendin û pirtûkên ku êrîşa zayendî rewa dikin divê bi yek alî neyê dest girtin û got: “Ev tenê pirtûkên em jê agahdarin. Ev jî nîşan dide ku hîna çi tiştên ku em nizanin hene. Em dizanin ku hinek makanîzma hene. Ev mekanîzma jî vana rewa dibînin.”
 
‘Aliyekî ku normal dibîne heye’
 
Fahriyeyê daxuyakirin ku gelek zarokên bi êrîşê re rûbirû tên ji ber tirsê bi malbatê re parve nakin û got: “ Êrîşa zayendî li dijî zarokan wekî êrîşek jî rêzê nikare bê dest girtin. Mijarên newekheviya zaydnî û çandî hene. Zarok herî zêde ji dayika xwe re dikare vebêje. Dîsa aliyekî ku vê normal dibîne heye. Ji xwe rêjeya zewaca zarokan a li welat jî vê nîşan dide. Divê em wek civak li dijî van êrîşan têbikoşin.”