‘Divê kurd li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin’

  • 09:04 8 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Jinên Amedî bertek nîşanî êrîşa li dijî karkerên kurd li Sakaryayê dan û gotin: "Em vê neheqiyê qebûl nakin divê kurd li hember van êrîşên nijadperest bêdeng nemînin, bertekên li ser medya civakî jî têrê nakin divê li qadan bertekên xwe bînin ziman."  
 
Ji navçeya Şemrexê ya Mêrdînê 16 karkerên demsalî ji bo findiqan berhev bikin di 4’ê Îlonê de çûbûn Sakaryayê. Xwediyê kar û gundiyan li dijî karkerên kurd êrîşên nîjadperest pêk anîbûn. Karkerên kurd piştî wê êrişa nijadperest vegeribûn Mêrdînê. Waliyê Sakaryayê jî daxuyaniyek dabû û gotibû ku êrîş mijareke kesane ye û tu eleqya wê bi kurdbûn û tirkbûnê tune ye. Lê Di kêliya êrişê de dîmen hatibûn kişandin û di dîmenan de jî tê xuyakirin ku xwediyê kar û gundî êrişî karkeran dikin. Piştî dîmen hatin parvekirin bertekên li dijî vê êrîşê didomin. Jinên Amedê jî bertekên xwe yên li ser vê êrîşa nijadperest anîn ziman.
 
‘Bila kurd li ser axa xwe bixebitin’
 
Gulsum Bakir: Bila kurd neçin bajarên tirkan. Bila li bajarên xwe bimînin. Ji ber li wan deran ji kurdan hez nakin.  Gava tirk hatin bajarên me em kurd wan pir baş pêşwazî dikin lê belê gava kurd diçin wê dere rastî êrîşên nîjadperest tên.  Divê kurdên me li ser axa xwe bixebitin û li axa xwe û li hebûna xwe xwedî derên.
  
'Ez vê êrîşê şermezar dikim'
 
Jina ku nexwest nav û paşnavê xwe bêje: Ez wek jinekê kurd vê  êrîşê şermezar dikim. Jixwe jinên me ji aliyê mêran ve bi tundî û kuştinê re rûbirû tên. Li aliyê Rojavayê Tİrkiyeyê jî ew êrîşa nijadperest a li ser jinên kurd, rewşekê şermezar kirin û rexnekirinê ye.   Divê em wek kurd li hemberê  van pêkanînan sekneke xurt nîşan bidin. Heger em bêdeng bimînin wê hertim ev êrîş berdewam bin û dubare bibin. Ji ber vê sedemê jî divê em dengê xwe bilind bikin û bi wî awayî xwedî li jin û gelê xwe derkevin.
 
‘Bertekên li ser medyaya civakî têrî nakin’
 
Beyza Canli: Min nekaribû li tevahiya dîmen temaşe bikim. Min da sekinandin ji ber ku dilê min gelek êşiya. Hatin li Amedê li ser mirovan 'cerebeya civakî' ya mirovbûnê kirin û li cihê xwe jî bi awayê nijadperest êrîşî kurdan dikin. Ev dirûtî ye. Bi rastî jî meriv xemgin dibe. Ev helwesta wan jî dide nîşandin ku twît û şîroveyên li ser medyaya civakî tên nîşandan ne samîmî ne .  Ez wek jin li hemberê her cûreyê tundiya li ser jinê me û ew tundiya ku li ser jina karker hat kirin nayê pêjîrandin.  Em li vî welatî dijîn lê wekî ku em ne kesên ser vê axê bin li me dinêrin. Ew jî nerînek pir nexweş e.  Em tu tiştê bi bertekên li ser medyaya civakî nikarin bidin şikandin. Li gorî min berteka li ser medyaya civakî divê bigihêje kolanan. Her wiha divê ew nîjadperestî ji holê bê rakirin.
 
‘Em van pêkanînan qebûl nakin’
 
Zozan Çîçek: Sedema êrîşê zêde nizanim lê teqez ji ber kurdbûna wan êrîşî wan kirine. Ev nayê qebûlkirin. Tehemûla wan ji hebûna kurdan re nemaye û divê em kurd jî li hember êrîşên bi vî rengî bêdeng nemînin. Ji bo ku êrîşên bi vî rengî dubare neyên kirin divê em xwedî helwest bin û em van pêkanînan qebûl nekin."
 
‘Divê em li hebûna xwe xwedî derên’
 
Fatîme Kara: Ez kurd im û li ser Gelê Kurd zilmek mezin tê meşandin. Divê em hebûna xwe biparêzin û li dijî zilma ku li karkerên kurd li Sakaryayê hat kirin bêdeng nemînin.
 
Jina ku nexwest navê xwe bêje: Gava ev êrîş dît em şaş man. Ger ku tirk wisa li me bikin divê em jî helwesta xwe nîşan bidin û bêdeng nemînin. Hem dibêjin 'em xuşk û biran e û  hem jî nijadperestiyê dikin em vê qebûl nakin.