'Doza Îpekê doza me ye'

  • 09:02 8 Îlon 2020
  • Rojane
ÊLIH - Aktîvîsta TJA’ê Gulîstan Sonuk diyar kir ku bi salan e li herêmê polîtîkayên taybet tê meşandin û di encama polîtîkayan de bêtir jin dibin mexdûr û got: "Dewleta ku Musa Orhan berda vê tecawîzê jî parast. Em ji wan polîtîkayên qirêj re ne biyanî ne. Bi salan e ew sûc bi al, sirûd û unîformayê tê veşartin.”
 
Polîtîkayên taybet ên şer bi salane li herêmê bi her awayî tê domandin. Li her bajarekî herêmê polîtîkayekî cuda heye. Bûyera herî dawiyê jî ya Îpek Er bû. Piştî mirina Îpekê tecawizkar serbest hat berdan. Heta îro jî li hemberî serbest berdana çawîşê pispor Mûsa Orhan bertek û nerazîbûn hene. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad(TJA) a Êlihê Gulîstan Sonuk ji ajansa me re polîtîkayên ku li herêmê tê meşandin nirxand. 
 
‘Tê xwestin ku di şexşa jinê de kurdan ji welatê wan dûr bixin’
 
Gulîstan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dewletê û yên li dij mirovî û got: "Dewleta tirk dixwaze civaka kurd bê vîn bihele û asîmîle bike. Li her deverê dema dewlet hêzek li hemberî xwe bibîne vê demê serî li polîtîkayên qirêj dide. Bi taybetî jî taciz û tecawizê li hemberî jinên ciwan li pêş dixe. Dewleta tirk jî heman tiştî dike û bi salane li herêmê polîtîkayên taybet ên şer didomîne. Ji bo her bajarekî polîtîkayek dimeşîne. Di salên 90'î de Mêrdîn wekî cihê serekê hat bijartin. Li vir polîtîkayên taciz û tecawizê hatin li pêş xistin û gelek ciwan ji neçariyê berê xwe dan Ewropayê. Ev polîtîka dihat wateya ku berê ciwanên kurd bidin Ewropayê û bê welat û bê war bihêlin."
 
‘Doza Îpekê doza me ye'
 
Gulîstan, destnîşan kir ku li Êlihê jî heman rewş heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di roja me ya îro de cihê serekê wekî Êlih hatiye bijartin. Çima Êlîh? Bi rastî jî îro Êlîh di hêla jinê de, di hêla siyaset û civakê de pir li ber xwe daye. Niha bi van rêbazan hewl didin ku baweriya gel bişkenîn, lê belê em ne biyaniyên wan polîtîkayê ne. Herî dawî li Êlîhê bûyera Îpek Er derket holê. Em wekî aktîvîstekî TJA'yê pir pê êşiyan. Em roja destpêke heta îro li cem malbatê bûn. Bi taybetî di serî ewil de heta roja îro malbat naxwaze bûyer bê weşartin û dixwazin civak xwedî li bûyerê derkeve. Doza Îpekê doza me ye."
 
‘Hemû sûc bi al, sirûd û ûnîformayê tê veşartin’
 
Gulîstan diyar kir ku dixwazin wekî her bûyerê vê bûyerê jî bigirin û wiha axivî: "Mûsa Orhan a ku bi saya bertekên medyaya civakî hat girtin û piştre şûnê hefteyek dîsa hat berdan, hat wateya ku dewlet vê tecawîzê diparêz e. Li cihekê ku dewlet wî kesî biparêz e helbet ew kes nareve. Lê em jin di bin xetereyê de ne. Em dizanin ku yên tundî, tacîz û tecawizê dike wan kesan ji xwe re mînak dibîne. Her wiha xwestin bandora medyaya civakî pûç bikin hem jî serhîldana civakê qût bikin. Ji ber van sedeman Mûsa Orhan hat berdan. Îro dîsa li Kurdistanê kesekî din wê yekê bike dê dîsa bê ceza bimîne û dê dîsa bibin sedema kuştina jinek din. Em dizanin ku bi hezar sûcên bi vî rengî hene. Lê ew sûc bi sirûd û unîformayê tê weşartin û dixwazin di nava pergalê de jî bidin rûniştandin. Divê em ji wê re bêdeng nemînin."
 
‘Divê em bêdeng nebin'
 
Gulîstan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dema mijar bibe kurd, al û ûnîforma, jinên ku ji xwe re dibêjin feminist û çepgir divê çavên xwe ji wan mijaran re negirin û got: "Her çiqas ew polîtîka di şexsê jina kurd de be jî, dixwazin hemû jinan bêdeng bikin. Dema ku mijar bû jin divê em cudahî nekin û bertekên xwe nîşan bidin. Dema ku li Gimgima Mûşê Ekîn Wan tê tazîkirin û bedena wê tê teşhirkirin vê demê heke jin bi yek dengê rabûna ser piyan dê îro ev tişt jî pêk nedihatin."