Rewşa Dîdem Akman a di rojiya mirinê de giran dibe

  • 16:20 7 Îlon 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Dîdem Akman a ku ji bo şert û mercên li girtîgehê bên başkîrîn û wê sewkî Girtîeha Sîncanê bikin di rojiya mirinê de ye, rewşa tendirustiya wê her ku diçe giran dibe.
 
Dîdem Akman a li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê girtî jî bo şert û mercên li girtîgehê bên başkîrîn û wê sewkî Girtîeha Sîncanê bikin  di 18'ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Dîdemê piştre çalakîya xwe veguherandibû rojiya mîrinê. Dîdem a ku çalakiya xwe berdewam dike hat diyarkirin ku rewşa tendirustiya wê her ku diçe girantir dibe.
 
Dîdem ya ku li nexweşxaneya Yeşîlyutê tê girtin ger ku wê sewkî Girtîeha Sîncanê bikin wê dest ji çalakiya xwe berde.