Şewata li Licê venamirînin

  • 13:42 7 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Li Licê li qda ku di navber du taxan de dimîne şewat derket. Şewata derket ji ber ku nayê vemirandin belav dibe.
 
Li navçeya Licê ya Amedê li qadeke ku di navbera du taxên navçeyê de dimîne şewata derket. Li herêma ku berî bi hefteyekê operasyon lê hatibû destpêkirin  şewata derket ji ber ku nayê vemirandin belav dibe. Herwiha tîmên agirkuj ku hatin cihê bûyerê bi hinceta ku qad ne musaîte mudaxele nekirin.
 
Şêniyên li van taxan diyar kirin ku ew bi tirsa wê malên wan jî bişewitin dijîn.