Bersûcê êrîşa zayendî piştî îfadeyê serbest hat berdan

  • 11:10 7 Îlon 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Mêrê bi navê E.A. yê ku li Mêrdînê li dijî zarokek êrîşa zayendî pêk anî, piştî îfadeya wî hat girtîn serbest hat berdan.
 
 Di 4'ê Îlonê de mêrê bi navê E.A. lî dîjî zarokekê êrîşa zayendî pêk anîbû. Buyer piştî ku zarokê ji malbata xwe re got aşkera bû. Piştî bûyer aşkera bû zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Piştî wê jî debraê bûyerê de li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê gilî hat kirin. 
 
Li gorî agahiyên ku ji niştecihên taxê hatin girtin, piştî giliyê ku hat kirin E.A. hatiye binçavkirin û piştî bi rojekê ku îfadeya wî hatiye girtin serbest hatiye berdan.
 
Herwiha hat aşkerakirin ku piştî E.A. hatiye berdan û hatiye taxê di navbera wî û malbata zarokê de niqaş derketine. Hat îdakirin ku E.A. yê derbarê wî de lêpirsîn hatiye vekirin beriya vê bûyerê jî li dijî hin zarokên din jî êrîş pêk anîye