'Di konferansê de encamên girîng derketin holê'

  • 09:02 7 Îlon 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Jinên ku beşdarî Konferansa Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê bûne derbarê Konferansê û pêşveçûna wê de wiha gotin: "Dema ku hêz û nêrîna jinan hevpar be, wê şoreşeke  bi pêşengtiya jinê pêk bê."
 
Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Konferansa xwe ya 3'emîn bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin" bi tevlîbûna 100 delegeyan li darxist. Jinên ku beşdarê Konferansê bûn nêrîna xwe parvekirin.
 
'Armanca me gihandina jinan e'
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê  Zozan Mistefa ku beşdarî Konferansê bûye ser armanca lidarxistina Konferansê wiha got: "Em di despêkê de vê Konferansê li Rêber Apo û tevahî jinan pîroz dikin. Di konferansê de kar û xebat di asteke jor de hat nirxandin. Her wiha pirskirêkên ku jin pê re rû bi rû mane hatin niqaşkirin. Piştî koçberiya me ji Efrînê êdî hinekî belavbûn di kombûna jinan de çêbû. Ji ber ku her jinek koçî deverekê hat kirin. Têkîldarî vê yekê pirskirêk derketin, divê konferansê de em dixwazin bighêjin encaman ku em dîsa jinan komî ser hev bikin û bi rêxistineke xurt derbikevin pêş."
 
'Êşa jinên Efrînê êşa me hemû jinan e'
 
Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê, Fatma Hisên jî destnîşan kir ku Yekîtiya Jina Azad gaveke pêşketî bû ji bo derxistina vîna jinêN ereb û wiha pê de çû: "Lidarxistina Konferansê divê demê de gaveke erênî bû, ji bo jinên ereb jî. Yekîtiya Jina Azad jinên kurd, ereb, suryan û tirkmen gîhandin hev. Her wiha ji bo ku bi nêrîneke hevbeş û bi hêzeke xurt bibin bersiv ji hemû zehmetiyên ku jin bi wan re rûbirû dimînin. Divê navberê de em dixwazin ku ji bo jinên Efrînê jî yên ku rastî kiryarên dewleta tirk tên çareseriyek bê dîtin. Ji ber êşa jinên Efrînê êşa me hemû jinan e. Banga me ji bo rêxistinên jinan e ku bi tevahî bibin dengê jina Efrînê."
 
'Pêwist e jin bê perwerde nemîn e'
 
Rêvebera Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê, Sebah El Nesêr jî li ser kar û xebata Yekîtiya Jina Azad a du salan û pêşketinên ku bi jinên Şehbayê re çêbûne wiha nêrîna xwe anî ser ziman: "Di navbera du salên koçberiyê de me heta stekê jin bi rêxistin kirin. Ji bo jinên ku ji warê xwe koçber bûne bê hêz nemînın, me kedeke mezin ji bo hemû jinan da. Di nirxandinên me de herî zêde mijara perwerdeyê di nîqaşê de bû. Pêwist e jin bê perwerde nemînin. Di vê konferansê de ji bo me hemû jinan encamên girîng derketin holê.”