ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2020’Î

  • 09:00 7 Îlon 2020
  • Rojev
*Endama Meclîsa Herêma Efrînê Zelox Bekir bal kişand ser bandora hebûna jinê di warê kekitiya kurd de û got : “Bi pêşengtiya jinên kurd di pêvajoya yekitiya kurd de dê serkeftin misoger bibe. Jin bi hebûn û sekna xwe dikarin xeyalên civaka kurd bi avakirina yekîtiyê pêk bînin."DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku beşdarî Konferansa Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê bûne derbarê Konferansê û pêşveçûna wê de wiha gotin: "Dema ku hêz û nêrîna jinan hevpar be, wê şoreşeke  bi pêşengtiya jinê pêk bê." DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Hesîna Mihemed Hisên li hember şert û mercên jiyana xwe ya zehmet ku têdikoşe  dibêje: "Astengî ne di kêmbûna endamên laşê mirov de ye astengiya  di mêjî de ye." DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Komîteya Çalakiyê ya mîhrîcana Amara ya Kantona Şehbayê Werdê Şêxo li ser amadekariya mîhrîcanê wiha dibêje: "Jinên Şehba bi amadekirina vê mîhrîcanê dê gavên dîrokî ji bo parastina çanda resen bavêjin. Vegera rast a li jiyanê çand e." DÎMEN HEYE
 
Cigira seroka Komeleya Yekitiya Karkeran Seçîl Sari diyar kir ku êrîşa ku karkerên kurd li Sakaryayê pê re hatine rû hev, encama gotinên siyastmedaran e û banga yekitî, piştevanî û têkoşînê kir.
 
*Sekretera Jinan a Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê Funda Demîr Bozkurt, destnîşan kir ku li sê sed dibistanî testên pozîtîf derketine û got newekheviya di perwerdehiyê de di vê demê de zêdetir hatiye dîtin. DÎMEN HEYE
 
*Li Wanê karkerên jin yên çandiniyê ku derveyê qeydê dixebitin bi binpêkirina kedê re rû bi rû ne. Jinên ji çandina tov heta dema rakirina mahsulê rojê 15 saetan dixebitin rojaneya wan 60 TL ye. DÎMEN HEYE
 
*Parêzerê Îpek Er ya ku bi tecawiza Musa Orhan re rûbirû hat û piştre întîxar kir, Devran Yildiz agahî da ku di demên pêş de dibe ku serî li reda dadger an jî dadgehê bidin. Her wiha Devranê got hîna jî ji sûcê ‘ferzkirina întîxarê’ doz li gumanbar nehatiye vekirin. DÎMEN HEYE