Çalakiya greva birçîbûnê ya nivîskara kurd berdewam e

  • 15:04 6 Îlon 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Çalakiya greva birçîbûnê ya Mujgan Kewasî ku ji 2’yê Îlonê de li Girtîgeha Evînê daye destpêkirin berdewam dike.
 
Nivîskara kurd Mujgan Kewasî ya ku li payitextê Îran Tehranê di Girtîgeha Evînê de tê girtin, ji ber ku mafê wê yê hevdîtina bi telefonê û yê rûbirû bi malbata wê re hat astengkirin dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya Mujgnê berdewam dike. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ku derbarê rewşa Mujganê de agahî da diyar kir ku hîna daxwazên wê nehatine bicihanîn û çalakiya wê berdewam dike.
 
Hêjayî gotinê ye ku li Girtîgeha Evînê mafê hevdîtina bi telefonê ji bo meran bê sînor e û ji bo jinan heftê nîv saet e.