’40 salin em ava dikin tirk xira dikin’

  • 10:12 6 Îlon 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Xeyriye Demîr a li gundê Fîsê yê Licê ku xaniyê wan û herî dawî jî konê wan ji aliyê candarmeyan û zabiteyan ve hat hilweşandin got, “Ev 40 sale em ava dikin û ew jî xira dikin. Di salên 90’î de jî ji ber kurdbûna me em neçarê koçberiyê kirin û îro jî bi heman awayî dixwazin me ji Fîsê derxîn. Ez dev ji gundê xwe bernadim û vê zilmê qebûl nakim.
 
Li gundê Fîsê yê navçeya Lîceya Amedê avahiya malbata Xeyriye Demîr û zarokên wê 2 caran bi hinceta ku tapû nîne û dê rê bê çêkirinê hat xirakirin. Malbatê jî li hemberî mala ku hatî xirakirin kon vedan. Lê bi dehan cendirme û zabitayên girêdayê Şaredariya Licê ya ku niha bi qeyûmê tê birêveberin bi maşîneyan konê ku hatî vedan jî ruxandin. Malbata Xeyriye ku konê wan jî hat hilweşandin neçar man di daristanê de rojên xwe derbaz bikin.
 
‘Hun nagihên armanca xwe’
 
Di serdana me ya mala Xeyriye de em bûn şahidê hilweşandina konê malbata Xeyriyeyê. Di jimarekî zêde de candarma, zabita û maşîneyên şer derdora kon girtibûn. Digotin “ev qad daristan ê ye û xaniyê we jî bê tapu ye.” Bi wê hêncetê kon hilweşndin û Xeyriyeya di berxwedanê de bû digot, “Hun negihiştin armanca xwe ev ê ji we re derd be. Ez terka Fîsê nekim. Ev çol, ev daristan yên kurdan e, ez ji kurd im û li vir runiştin mafê min e. Kes nikare min derxîne.” Piştî cendirmeyan kon rûxand û qad vala kirin. Xeyriye ji me re dest bi axaftinê kir.”
 
‘Ji ber pirtuka kurdî îşkence li me kirin’
 
Xeriyeyê got ev sedsalin dixwazin me ji warê me bikin, lê em destûrê nedin û wiha berdewamî da gotina xwe: “Me kurdan hertişt bi çavê xwe dît. Qetilkirin, xirakirin, koçberî û girtin. Her cure êriş li ser me hatin ceribandin. Di salên 90’î de ji tê zanîn ku gelek gund ji ber gefên dewleta tirk neçarî koçberiyê hatin kirin. Ew gef li gunê me jî hatin kirin. Me ber bi Edenê ve koç kir. 17 salan li wir mam. Lê li wir jî ev gef û êriş ne qediyan. Her roj bi ser mala me de digirtin. Ji ber pirtûkên kurdî yên di mal de didîtin zarok digirtin û îşkence li wan dikirin. Ji ber ku em kurd bûn, kurdî diaxivin û kurdî dixwend vê carê Edene li me kirin dojeh. Ji bo televizyona kurdî temaşe bikim min satelayt anîbû malê . Lê dem abi ser malê de digirtin ew jî ji eyar dixistin. Digotin ‘tu çima kurdî temaşe dikî cihê te li ser van xakan tune, biçe awrupayê.’ Min digot ez zimanek din nizanim ev ji zimanê mine hewar. Bifikirin di wan pêvajoyan de me ji koçberiyekê dest bi yeke din dikir. Ji neçarî û ji ber zimanê xwe me ev zilm didît . “
 
‘3 caran avahiya min hilweşandin’
 
Xeyriye wiha got: “Koçberiya min a duwem jî ji ber zilmê destpê kir. Ji Edenê em ber bi Amedê ve hatin. Me li bajaran ne dikir û me li gundê Fîsê avahiyek çêkir . Keç û lawên min ên ku zewicîne jî ji xwe re avahî çêkirin. Piştî wê ji ber projeya rêçêkirinê xaniyên me xira kirin. Em bi zarokan re li ser erdê xwedê rut man. Zarokên min li jortir ji bo xanî esas vedan lê destûr nedan, me cihek din ceriband ew jî nehiştin. Herî dawî li kêleka rê me esasê xanî dirust kir û bi qasî ku hêza me hebû me bi pirîketan dirust kir. Beriya hefteyekê hatin ew jî xira kirin. Me got em ê kon deynin gotin hun dizanin. Me konê xwe veda wê ji hun dibînin xira dikin. Heta dibêjin heta serê sibê divê hun alavên xwe rakin.”
 
‘Ev çil salin min serî ne danî ezê niha ji nedeynim'
 
Xeyriyeyê wiha berdewam kir:"Ev tiştên bi ser me tên tenê ji bo kurdayetiyê ne. Bê wijdaniyek mezin dikin. Çawa bere digotin hûn kafir in cihê w e liv ir nîne, îro jî heman nêzikatiyê dikin. Ev dewlet qet ne hatiye guhertin. Hertim li hemberî kurdan dijminahiyek mezin kiriye. Bila dîmenên mala min ji kurdan re bibe tecrube ku bi zizanibin ew nabin dost. Lê 40 sal in min li hember vê zilmê serî dananî ezê niha ji daneyenim. Ez ne ji bo rewşa aborî zilma wan li zora min diçe. Min dikarî ez xwe berdim ber kepçeyê, lê dilê min ji hêla zarokên min ve pir şewitiye. Ez dibêm hema bila ew saxbin ji min re."
 
Malbata ku bê avahî ma şeva xwe di daristanê de derbaz kir. Ji bo ku ji cihê xwe neveqetin berxwe didin. Lewra malbat ji hatina zivitanê ditirse ku ew ê nikarin di konan de bimînin.
 
Xeyriye Demîr ki ye?
 
Xeyriye Demîr a (73) ku di çalekiyên grevên birçîbûnê de weke dayika laçik spî dihat naskirin, niha ji li hemberî xirakirina xaniyê xwe li ber xwe dide. Xeyriye dayika 2 şehîdan e. Weke dibêje b dirêjhiya 40 salan e vê zordestiyê dijî. Xeyriye dibêje, “Zarokên min digirtin, îşkence dikirin û gef li min dikirin. Herî dawî 3 zarokên min jî hatin bin çav kirin. yek 4 sal, ya din 10 sal û yê dawî jî 26 sal ceza jêre tê hat birin. Her sê xuçk û bira di çalekiyên greva birçîbunê yên li dijî tecrîtê hatibu destpèkirin ketibûn greva birçîbûnê.” Xeyriye vê carê ji bo zarokên xwe dadikeve kolanan. Di çalekiyên dayikên aşitiyê de cih digire. Ji ber vê sedemê ji tê binçavkirin. Îro jî bê avahî hêştin û bi caran e heman tiştê dijî.