Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Meclîsa xwe îlan kir

  • 09:12 6 Îlon 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Konferansa xwe ya 3'emîn li darxist û di konferansê de Meclîsa xwe îlan kirin.
 
Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê misoger bikin" 3'emîn Konferansa xwe bi tevlîbûna 100 delegeyan li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê li darxist. Di konferansê de nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star,Meclîsa Malbatên Şehîdan, KPC-D, meclîs, komîn û yekîtiya jinên ciwan amade bûn. Hola konferansê bi wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Bi rihê jina azad em ê pergala Imraliyê hilweşînin" û "Jin jiyan azadî" hatibû xemilandin. Konferans bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê despêkir.
 
'Dewleta tirk mafên gelan bin pê dike'
 
Paşê Endama Konseya Rêveber a PYD’ê Hediye Yusûf rewşa siyasî nirxandin û wiha got: "Bi belavbûna vîrûsa Koronayê re hemû cîhan ked nava aloziyekê. Di vê rewşa hesas de Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê bi rêya girtina tedbîrên xwe konferansa xwe li dar xist. Dewleta tirk her roj êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Dijmina yekem a gelên Sûriyê dewleta tirk e ku rojane mafên gelên Sûriyê bin pê dike. Dewleta tirk bi êrîşên xwe hewil dide ku yekbûna gelan xêra bike. Bi gefên xwe aloziya Sûriyê dirêj dike û naxwaze çareseriyek were çêkirin, ji ber dirêjkirina aloziya Sûriyê li gorî berjewendiyên wê ye. Her wiha dewleta tirk di êrîşên xwe de yekem jinên azad dike hedef. Lê çidibe bila bibe em ê bi yekîtiya xwe êrîşên dewleta tirk têk bibin."
 
Paşê ji aliyê Endama Koordînasyona Yekîtiya Jina Azad Rehme Elo ve rapora kar û xebatê ya du salan hate xwendin û rewşa rêxistinî jî ji aliyê delegeyan ve hate niqaşkirin. Her wiha rêziknameya pergala hundirîn a Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê, Wefa Hisên ve hate xwendin û ji aliyê beşdarvanan ve hate pejirandin.
 
Piştî rêziknamêyê ji bo endam û rêveberên Yekîtiya Jina Azad hilbijartin hat kirin. Di encama hilbijartinan de 11 kes hatin hilbijartin ji wan 8 endam û 3 jî Koordînasyona Yekîtiya Jina Azad in. Koordînasyonên ku hatine hilbijartin navê wan wiha ye: Rîhab Çepo, Sabah Elnasêr û Zehra Kelû ne. Kesên ku hatine hilbijartin soza xwe li pêşiya beşdarvanan dan.
 
'Pêşerojê xwe bi destê jinan binivîsînin'
 
Axaftina dawî ya Konferansê Ji aliyê Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mûne Yûsif ve hate kirin. Mûne Konferansa Yekîtiya Jina Azad li hemû jinan pîroz kir wiha got: "Em di destpêkê de Konferansa Yekîtiya Jina Azad li hemû jinan û beşdarvanan pîroz dikin. Di seranserî du salan de jinên Şehbayê di hemû waran de pêşengtiya civaka xwe kirin. Dema jin di aliyê jiyanî, birdozî û siyasî de xurt be berhemên wê xurtir derdikevin holê. Şoreşa 19'ê Tirmehê ji tevahî jinan re bû rêya îlhamê. Em ê bi rihê 19'ê Tirmehê kar û xebatên xwe bimeşînin û pêşeroja xwe bi destê jinê binivîsînin."
 
Di konferansê de biryarên ku hatine girtin wiha ne:
 
*Domandina xebatên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
*Avakirina Komîteyên Meclîsa Jina Azad a Şehbayê di komînan de.
*Destekdayina jinên ku bi tundî û bêmafiyê re rûbirû tên.
*Domandina projeyên Aboriya Jinê.
 
Konferans bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.