Di pevçûnê de kurê xwe winda kir, bû hedef

  • 09:09 6 Îlon 2020
  • Rojane
DÊRSÎM - Fadîme Baran ya di pevçûnekê de kurê xwe Baran yê HPG’î winda kir, piştî vê bû hedef. Fadîme sê caran hat binçavkirin û der barê wê de 8 doz hatin vekirin. Fadîme li dijî zextan têdikoşe.
 
Di salên dawî de bi êrîşên li hember gor û cenazeyên PKK’iyan hewl didin malbatan ceza bikin. Malbatên xwedî li hestî û gorên zarokên xwe derdikevin jî hedef tên girtin. Yek ji van jî hevşaredariya Perî Fadîme Çetînkaya ya li gundê Sorek a Dêrsîmê dijî û qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin.
 
Fadîme Çetînkaya ya ku hevşaredariya Perî a Mezgîrta Dêrsîmê bû, qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û du roj şûnde jî bi ser mala wê de hat girtin û hat binçavkirin. Sê roj piştî binçavkirinê bi şerta ku wê hefteyê sê caran îmzeyê bavêje hat berdan.
 
Gund li dijî êrîşa goristanê derket
 
Kurê Fadîmeyê, Baran Çetînkaya yê HGP’î (Brusk Dersîm) di 4’ê îlona 2015’an de di pevçûna li qerekolê ya navenda Dêrsîmê de birîndar bibû û di 6’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Fatma piştî kurê xwe rastî zextan hat. Fatmayê wiha got: “Piştî salekê rojekê êrîşê gora kurê min kirin. Me wek gund li dijî êrîşê bertek nîşan da. Li ser berxwedanê vekişiyan. Lê gora kurê min texrîb kiribûn.”
 
Helbest bû hinceta êrîşa duyem
 
Piştî êrîşa cara duyem bi ser mala Fadîmeyê de hat girtin. Fadîmeyê wiha berdewam kir: “Hinceta binçavkirina min jî helbesta li ser gora kurê min bû. Di bin çavan de helbest ji min pirsîn. Ew helbest ji kurê min mabû. Beriya tevlî PKK’ê be ji min re hiştibû. Ji bo vê jî doz li min vekirin. Her wiha ji ber navê min li ser gora kurê xwe nivîsî bû jî carek din ez hatim binçavkirin. Gotin ‘navê wî Barane, te çim Birûsk nivîsiye? Li hev doz li min vekirin.”
 
‘Me tu car serî netewand’
 
Fadîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wan tu car li dijî zextan serî netewandiye û ev tişt bi lêv kir: “Em mafdar in. Me çav berneda malê kesî, gora kesî, hestiyên kesî. Gelo heta îro li kîjan welatî ev hatine jiyîn? Li kîjan welatî hestî jig oran hatin derxistin, bi kargoyê hestî hatin şandin. Her wiha li dijî xweza û baweriya Dêrsîmê jî êrîş zêde bûne. Em ê tu carî axa xwe terk nekin.”
 
Fadîmeya ku bi giştî 8 dozên wê hene hemû dosyayên wê kirin yek. Biryara rûniştina dozê wê di 9’ê cotmehê de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Tunceliyê bê dîtin.