Ayşe Mînaz: Li hember jinan hêrsek wan heye

  • 09:08 6 Îlon 2020
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Tuşbayê Ayşe Mînaz ku radestê peywira wê ya endamtiya meclîsa Şaredariya Tuşbayê hat kirin wiha got: “Roj dê bê dem biguhere, wê ew biçin. Xwediyê wê şaredariyê gelê Tuşbayê ye.”
 
Di hilbijartinên 31’ê adarê 2019’an de ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Mînak û Yilmaz Berkî ji sedî 52,93 deng girtin û hevşaredarên Tuşbayê hatin hilbijartin. Lê YSK’ê mazbataya Yilmaz Berkî bi hinceta bi KHK’ê ji peywira wî ya xebatkarên tenduristiyê hatibû înxrackirin nedan. Li ser vê mazbata dan namzetê AKP’ê Salîh Akman yê ji sedî 39,97 deng girtibû.
 
Ayşe Mînaz jî wek endama meclîsa şaredariyê peywira meşand û di meha sibatê de di sergirtina malan de hat binçavkirin. Ayşe piştî lêpirsînê bi şerta kontrola edlî hat berdan û di 2’yê tîrmehê de ji aliyê wezareta karê hundir ve bi îdiaya “endama rêxistinê ye” ji kar hat dûrxistin. Di 6’ê tebaxê de dî radestê peywirê hat kirin. Ayşeyê ev pêvajo ji ajansa me re nirxand.
 
Ayşe got ne tenê ew bi wê re, dawî li peywira du endamên din yên meclîsê yên HDP’ê anîne û got: “Ji ber piraniya meclîsê ji partiya me bû, tu biryar beyî erêkirina me dernediket. Sedema duyemîn jî Salîh Akman û endamên meclîsê yên AKP’ê digotin îrade ya me ye. Lê me destûr neda ku vê armanca xwe pêk bînin. Her carê digotin ‘Hûn ne li cihekî meclîsê ne, hûn îradeya gel esas nagirin’. Me bertek nîşanê vê dida.”
 
‘Ji ber ez jin bûm hedef hatim girtin’
 
Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku şaredariya ku berê jî  di destê AKP’ê de bû lê nelêrêtî hatibûn jiyîn û wiha pê de çû: “Wek şaredarî li navçeyê tu xizmet nemeşandibûn. Bi tu pirsgirêkên gel re eleqeder nebibûn. Derbarê navçeyê de agahî nedidan gel. Em wek HDP hatin hilbijartin û me itîraz kir. Ji ber me tayînkirina qeyûman jî qebûl nekir em hedef hatin girtin. Her wiha ji ber ez jin bûm jî hedef hatim girtin. Li hember jinan hêrsek wan heye.”
 
Ayşeyê bi lêv kir ku ji ber HDP’iye hedef tê girtin û ev tişt anî ziman: “Beriya namzetiyê cezayê min yê trafîkê jî tunebû. Niha derbarê min de gelek doz hatin vekirin. Dixwazim terorîze, îlegalîze bikin. Ez radestê peywirê hatim kirin. Ez ji cihê maye wê berdewam bikim. Xwediyê wê şaredariyê gel e. Peywira xwe bînin cih.”