Komxebata Akademiya Civaka Demokartîk bi dawî bû

  • 18:53 5 Îlon 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Akademiya Civaka Demokratîk komxebata li dijî pêkanînên şerê taybet ku du rojan hat li darxistin, bi daxuyaniyekê bi dawî kir. 
 
2’yemîn Komxebata Akademiya Civaka Demokratîk ya li ser asta herêma Firatê ku li dijî pêkanîna şerê taybet yên weke sîxûrî, fihûş û madeyên hişbirê bû, bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Komxebat bi beşdarbûna hemû nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, sazî û dezgehên xwe, bijîşk, parêzer, rewşenbîr, endezyar, siyasetmedar û rêxistinên jin, hat lidarxistin. 
 
'Rêjîma Baasê di navbera pêkhateyan de nakokî ava kir'
 
Di domandina roja duyemîn de, mijara şerê taybet û bandora xwe li eşîran ji aliyê parêzer Ewas Elî ve wiha hat pêşkêşkirin: "Rêjîma Baasê bi pergala xwe ya nijadperest di navbera êlên tevahî Sûriyê de tevlîhevî çêkir ku her êlek xwe ji êleka  din bêşdarî bibîne. Di dîroka gelê Kurd e, Osmaniyan ku niha dewleta tirk jî heman tiştî dike, bi riya hinek kesayetên kurd yên bi dijmin re alîkarbûn û li dûrî welatparêzî û kurdîtiya xwebûn, di navbera pêkhate û neteweyên li Kurdistanê nakokî û kîn avakirin. Ev rêbaz di dirêjahiya dîrokê de hat bi kar anîn. Ji ber vê di navbera eşîrên ku niha di Sûriyê de dijîn, nakokî û bê bawerî heye. Em dizanin ku li Sûriyê pergala eşîrtiyê bingehe û civak gelek pê bandor dibe. Ji ber vê şerê taybet li hember van êlan bi kar anîn gaveke mezine."
 
'Divê ku em xwedî li şoreşa xwe derkevin'
 
Mijara din ku li ser rê û rêbazên parastina ji şerê taybete ji aliyê berdevka Yekîneyên Parastina Gel Nûrî Mehmûd ve wiha hat pêşkêşkirin: "Ji bo azadiyê, jiyaneke azad û demokratîk, li dijî hêzên ku dixwazin civakan daqurtînin û li gor berjwendiyên xwe bi rêve bibin. Ew niha êrîşî hebûn, nirx, pîvan û keda li Rojava hatiye dayîn dikin. Bi zanebûn hinek kesan bi kar tînin da ku armanc û nirxên şoreşê teşhîrbikin û bixin bin xizmeta xwe. Divê ku em li hember van xalan her tim bînin bîra xwe ku me çawa û çima dest pê kir? Me çiqas ked û bedêl dan, bajarên me hatine dagirkirin û demografiya wan hat guhertin. Parastina van nirxan wê çawa û kî biparêze? Divê em hundir xwe de berpirsyariya parastina vê şoreşê aktîf bikin. Divê ku xwedî li vê şoreşê, rêveberiyê, civakê û xwîna şehîdan derketin, ji kesayeta me dest pê bike. Em kurd, ereb, suryan, ermen, turkmen û çerkez berpirsyarin li hember nirxên madî, manewî, civakî û xirabbûnê jî. Di vê pêvajoya ku em li nêzî serkeftinê ne, divê em li hêviyên şoreşê xwe derkevin."
 
Piştre ji bo çareserî û parastina ji şerê taybet gelek nirxandin hatin kirin. Di dawiya komxebatê de daxuyaniyek hat dayîn û encamnameya komxebatê hat aşkerakirin. 
 
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye:
 
Bi pêşengiya Akademiya Civak Demokratîk ya herêma Firatê li hemberî pêkanîna şerê taybet komxebata ronîkirin û zanekirina civakê hat lidarxistin. Di panêlên ku komxebatê de hatin lidarxistin berfirehiya pênaseya şerê taybet hat kirin, dîroka şerê taybet û heta roja îro bi kîjan pêvajoyê de derbasbûye û di roja îro de çawa şêwe girtiye hatin nîqaşkirin. Ev şêweyê şer a ku weke şerê taybet hatiye bi nav kirin, rol û misyona wê ya xirabker hat ravekirin û ji aliyê hêzên hegomonîk li ser gel û civakan çawa hatiye bi kar anîn, hat nirxand.
 
Di şer de jin hedef tên girtin
 
Mijareke din ya vê komxebatê ya herî girîng di derbarê pêkanînên Rêjîma şerê taybet ya dewleta tirk bû. Axaftvanên panêlê bi taybet bal kişand li ser hewildanên şerê taybet a ku tevahî Kurdistanê dike hedef bi taybet jî kiryarên li hember Bakur û Rojavayê Kurdistanê bûn mijara nîqaşan. Her wiha bandora şerê taybet û hedefgirtina jin û ciwanan rojeveke din ya panêlê bû. Dîsa li hember van kiryarên şerê taybet dikare çawa li pêşî were girtin saziyên pêwendîdar dikarin çawa bên aktîfkirin, bi rêbazên çawa em dikarin van hewildanan bê enca bihêlin hatin nîqaşkirin.
 
Di şerê taybet de rola ragihandinê girîng e 
 
Mijareke din jî di şerê taybet de rola ragihandinê bû. Beşdaran bal kişand ser bi karanîn alavên ragihandinê û wateya wê. Her wiha dane diyar kirin ku ji aliyê hêzên hegomonîk ve alavên ragihandinê çawan di xizmeta şerê taybet de bi kar anîne û bi pêşketina teknîk û teknelojiyê van hêzan çawa weke amûreke bingehîn ya şerê taybet belavî cîhanî hemû kirine, ev jî mijareke din ya nirxandinê bû. Her wiha li ser Tv, radyo û malperên medyayên civakî çawa civak ji şerê taybet bandor dibe û xwe parastina ji van xeteriyan rêbazên parastina ji van xeteriyan jî hat nîqaşkirin. 
 
Şerê taybet dê çawa bê teşhirkirin?
 
Her wisa di komxebata ku hat lidarxistin de pirsgirêkên jin û ciwanan û mijara çareseriya parastinê li hember şerê taybet hat destgirtin. Di derbarê van mijaran de sedemên cur be cur hatin eşkere kirin û zemînên ku şerê taybet li ser xwedî dibe dikare çawa ji hole werin rakirin. Dîsa ev rêbazên şerê taybet çawa dikarin werin teşhîr kirin, mijarên sereke yên komxebatê bûn. Li kêleka tevahî van nîqaşan bi taybet jî tevahî pirsgirêkên civakî ku bingehê ji hişmendiya şerê taybet re diafirînin, hatin nirxandin û rexnekirin.
 
Dîsa mijareke din ya komxebatê rola ciwanan ya di nava civakê de û bandora şerê taybet û şêwazên wî yên li ser ciwanan hatin diyarkirin û bal hatin kişandin li ser bandora şerê taybet a ku ciwanan hedef digre û çawa tê pûçkirin bi berferherî hat nîqaşkirin, ligel vê projeyên ku ciwan ji şerê taybet bên parastin hatin pêşniyar kirin:
 
*Çewisandinên li ser jin û ciwanan hatin nîqaşkirin û weke çareserî hatin nîşandan ku divê her kes-malbat çareseriyê di xwe de bide destpêkirin. 
 
*Divê pergala perwerdeyê hîn baştir were bi karanîn û aktîfkirin. 
 
*Di panêlê de axaftvanan bi taybet bal kişand ser mijara parastina çandê û dan diyar kirin ku divê pîvanên exlaqî bi hêz werin bi destgirtin.
 
*Li gel tevahî van çewisandinên nav malî ku dibin sedemê xwe kuştina jinan, di temenekî biçûk de zewicandina zarokan bûne mijar nîqaş û rexneyan û ji bo çareseriya tevahî van pirsgirêkan pêşniyar hatin kirin.
 
*Her wiha ji aliyê gel û rêveberî ve ji bo bê encam hîştina şerê taybet di pêşeroj de pêşniyarên weke semîner, panel, sinevîzyon, bernameyên Tv û radyo, nîqaşên rewşenbîran û şopandina tevahî van çalakiyan weke pêşniyar derketin pêş.