Li Londonê êrîşên li hemberî jinan hat şermezarkirin

  • 16:35 5 Îlon 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Londonê êrîş û polîtîkaya tecawizê ya li hemberî jinan hat protestokirin.
 
Kampanyaya Hevgirtina Kurdistanê li pêşiya Nûnertiya Tirkiyeyê ya li Londonê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de êrîş û tecawiza li ser jinan hate protestokirin. 
 
Paûla Lamont daxuyaniya çapemeniyê xwend û got: “Dewleta Tirk a tecawizkar di çend mehên dawîn de bû sedema miria gelek jinan.”  Li ser navê Meclîsa Jinan a Brîtanyayê Besîme Başar jî got ku, “Mekanîzmayên tecawizê yên dewletê ketine dewrê. Erdogan her dem jin kiriye hedef.”
 
Jinan di çalakiyê de çelengeke reş û pankarta navên jinên ku hatibûn qetilkirin li ser hatibû nivîsandin, danîn ber nûnertiyê.