Ligel berxwedana malbatan kon hatin ruxandin

  • 13:51 5 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Konên ku bibûn stargeha malbatan ji hêla bi dehan cendirme û zabiteyan hatin ruxandin. Hayriye Demîr bertek nîşanî hilweşandinê da û got: “Em ava dikin hûn xira dikin lê ez bimrim jî ez li vir naçim û ez ê li vir bim."
 
Li gundê Fîsê ya navçeya Licêya Amedê avahiya 3 malbatan 2 caran bi hinceta ku tapû nîne û dê rê bê çêkirinê hat xirakirin. Malbatan jî li hemberî malên ku hatî xirakirin kon vedan. Îro bi dehan cendirme û zabitayên girêdayê Şaredariya Licê ya ku niha bi qeyûmê tê birêveberin bi maşîneyan kona ku hatî vedan hatin ruxandin.
 
Malbatên ku kon vedan ji bo neyê hilweşandin demek dirêj li ber xwe dan, lê kon hatin hilweşandin. Jina bi navê Hayriye Demîr heta dawiyê li ber xwe da û nexwest tiştên wê li konê bên derxistin. Lê tiştên ku li konê heyî ji hêla cendirme û zabiteyan ve hat derxistin. Her wiha malbat hatin tehdît kirin û hat gotin ku li vir terk bikin. 
 
Hayriye piştî hilweşandina konê bertek nîşan da û got: “Ma hûn xwêdê nasnakin? Ma wijdana wê tune ye? Ji ber ku em kurd in ev bi ser me tê. Bila kurdê xwe firoş li van dîmenan binêr in. Ev dîmen bila we biêşî ne. Ên mala min xiradikin terorîst in. Ez we efû nakim xwedê ji we efû nake. Em ava dikin hûn xira dikin lê ez bimrim jî ez li vir naçim û ez ê li vir bim."